Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kî ne em] de;

6. helbest-strana ku ez îro liqayî versiyoneke din ya wê hatime..

di forma rock-blues-cazzê de û bi gotinên biçekÎ pê hatiye leyîstin..

kerem kin ji dengê heme bave zed : Here lînkê



edith; lÎnka kevn pûç bibû, min lînk nû kir, lê di vê lînkê de pêşiyê divê hûn stranê daxînin ser kombersa xwe paşê hÛn dikarin guhdarî bikin..



20.12.2013 00:10 ~2015.04.27 00:02 | endazer

3. navê albûma pêncemîn ya şivan perwer e.. di sala 1979an de derçûye..



stranên di albûmê de:

1- sebra malan

2- behra wanê

3- keça kurda

4- apê ho

5- kîne em

6- de lorî

strana bi navê kîne emê ji helbesta şairê kurd cegerxwîn ya bi heman navî hatye bestekirin.. ev stran teqrîben 15 deqe ye û hê min tu kes nedîtiye ku dema guhdarî vê stranê kirî li kurdîtiya xwe nehesiyabe.. fermo ji bo performanseka zindî ya ku ji ahengeka li başûrê kurdistanê ya ku di sala 1991an de ji bo pêşmergeyan hatiye li dar xistin guhdarî bikin:



31.07.2013 23:49 | endazer

2. helbesteka şairê kurd ê efsanewî cegerxwîn e.. ne tenê helbest lê manîfestoya xilasÎ û azadiya kurdistanê ye jî..



''kîne em?

kîne em?

cotkar û karker

gundî û rêncber

hemû proleter

gelê kurdistan

şoreş û volqan

tev dînamêt in

agir û pêt in

sor in wek etûn,

agir giha qepsûn



gava biteqin

dinya dihejî

ev pêt û agir

dijmin dikujî

kîne em?

hey hey hey kîne em?



em in rojhilat,

tev birc û kelat.

tev bajar û gund,

tev zinar û lat.

ji destê dijmin:

dijminê xwînxwar,

xurt û koledar

ji rom, ji fireng,

di rojên pir teng,

bi kûştin û ceng.

parast, parast

parast min ev rojhilat

kîne em?

hey hey hey kîne em?



kîne em?

gelê serfiraz

dijminê dijmin

dostê aştîxwaz.

em xweş mirov in,

ne hirç û hov in

lê çibkim bê şer

dijmin naçî der.

bav û kalê me

dijîn tev serbest,

naxwazin bijîm

ta ebed bindest.

kîne em?

hey hey hey kîne em?



em in ew kurdê serhişk û hesin,

îro jî dijmin ji me ditirsin

bîna barûdê

kete pozê min

dixwazim hawîr,

biteqim ji bin,

dîsa wek mêra,

bikevin çiya.

naxwazim bimrim,

dixwazim bigrim.

kurdistana xwe

axa mîdîya,

kîne em?

hey hey hey kîne em?



em in ew kardox xaldêwê kevnar,

em in ew mîtan, nayrî û sobar.

em in ew lolo,

kardox û kudî,

em in mad û goş,

horî û gudî.

em in kurmanc û kelhor, lor û gor,

em in, em kurd in li jêr û li jor



çend hezar salin

kurdistana me

perçe perçe ma

bindestê dijmin!



îro ji lor û kelhor û kurmanc

ji dest xwe berdan ew text û ew tac

hinek bûn axa, hinek jên bûn beg

hinek jên bûne cahşê jardara

kurdistan firot wan tev neyaran

bûne mezhebdar,

bûne olperest,

bûne paşverû, bi tizbî û xişt

ta ku dijmin şikand li me ser û pişt

me dan bin lingan dewlet û hebûn,

bûn dijminê hev perçe perçe bûn.



ta ku kurdistan,

ta ku kurdistan

jar û perîşan

ket e bin destan!

ketin xewê, ketin xewê

ketin xewa zilm û zorê

ketin xewa bindestiyê

raketin, raketin…

yekcaran serê xwe rakirin

lê dijmin serî zû jêkirin

yek carna serê xwe bi hêz rakirin

lê dijmin serî zû jêkirin



lê li vî xakî, li vî erdî tovên jiyanê hatiye çandin

ev erdê jiyanê ye

germ dibe, sar dibe

dikele, dikele, dipişiqîne

brûskê tavê tavan hiltîne

ronahî dike rojê li welat hiltîne

her wekên kawa li ser xwe pêk tîne

niştimanperweran diwelidîne



em in ew gela

belê em in ejdeha

ji xewa dîlî

şiyar bûn niha

dixwazin wek mêr

tev mejî û bêr

rabin her wek şêr

serê xwe hildin

çi serbilind in

bi cîhan carek

em bidin zanîn

rêçika markîs,

rêçika lenîn.



kurê guhderz û ferhad û rustem,

kurê salar û şêrgoh û deysem.



bejin bilind in

wek dêw bilind in

em dest dirêj in

serbest dibêjin

dixwazin bi lez

gavan bavêjin!

kîne em?

hey hey hey kîne em?



ne xwînxwar in em, aştîxwaz in em

serdarên bilind, gernas in herdem

em şer naxwazin,

divên wekhevî,

em paş ve naçin,

lê dijmin direvî!

divên bi şêwrê, lê ew qebûl nakî

divên biratî, lê ew qebûl nakî

bûye wek rûvî

li paş xwe nanêrî

kine em…



gelo bavêm çi bikin?

naxwazin însanî

êrîş bikin û bigrin

histu bişkînin

ev pîsên mirdar

ji nav me derxînin

ji bo mirovan em tev dost û yar

bijî kurdistan, bimrî koledar!

kîne em?''



31.07.2013 23:43 | endazer