Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [aydın aydın] de;

31. derketiye ser bernameyeka beyaz tv, ji bo balê bikişîne ser pirsgirêka avê û hişkesaliyê, kincên xakî li xwe kirine û rûyê xwe jî reş kiriye. Here lînkê



01.08.2016 23:37 | endazer

18. bila dilê xwe negire lê qeşmerekê xwudê ye û yek ji wan kesan e ku dilê min ji kurdîtiyê dixelîne..

min tenê dizanî ku di trt şeşê de bernameyekî bi navê çepik pêşkêş dike, nizanim bername hê jî tê weşandin an na, niha di googleê de ez li navê wî geriyam vîdeoklîbeke bi navê kuzuların sesi ya vî necamêrî derket pêşiya min, min nekarî darî temamî klîbê bikim, ji xwe min hejê nedikir, cardî dilê min jê reş bû..

ev çi qas e darî beşên berê ên rêzeşanoya bir demet tiyatroyê dikim, di beşeka vê rêzeşanoyê de jî ev necamêr, di sekanseke biçûk ya rêzeşanoyê de wek mitirbekî (em li cizÎrê ji wan sazbendên ku di dawetan de dibêjin û distirên re dibêjin mitirb, ji ber ku berê li cizîrê yên ku sazbendî dikirin hemû mitirb bûn) rol dilîze.. di wir de jî çend stranên bi eslê xwe kurdî bi gotinên tirkî dibêje..



05.09.2014 00:56 | endazer