Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dodan] de;

7. Ji bo dengê wî nikarim tiştekî bêjim lê bi ser navê mûzîka eksperîmantel stranên wek xezal xezal, bavê fexriya û avşar elleri herimandiye û hetk û helaka wan biriye.
Bila here ji xwe re awazên nû deyne, stranên nû çêke û deng û diyaframa xwe li ser wan biceribîne û bela xwe ji klasîkan berdê.



27.12.2016 22:52 | endazer

1. stranbêjeke kurd e, dodan navê wî yê li ser sehnê ye, paşnavê wî özer e vê taliyê bêtir navê dodan özer bikar tîne, bi eslê xwe ji gimgima navçeya mûşê ye, bi navê dodan project 97ê ligel murat öztürk û erkan özer komek ava kiriye, bi navê şabûn (2010) albûmeka wî ya solo û ligel dodan project jî bi navê be naw (2005) albûmeka wî heye.. bi qewlê dodan çeşn û çeşîdê mûzîka wî freestyle, fusion, experimental e.. li amedê bi navê roll bar barek hebû, -nizanim hê jî heye an na- ez ne xelet bim yek ji sê şirÎkên vê barê bû, li stembolê di gelek bar û klûbên şevê de derketiye/derdikeve ser sehnê, di fîlma muro: nalet olsun İçimdeki İnsan sevgisine de, yê ku li ser sehnê strana teşiya min, malan bar kir, girê sîra dibêje dodan bi xwe ye;



demekî derketibû ser bernameya okan bayülgen ya bi navê makina kafa û strana neçe gotibû;



yuksekovahaber.comê pê re hevpyevînek dûrûdirêj çêkiriye ji bo hevalên ji xwe re dodan kirine kul û derd; Here lînkê



14.05.2015 03:57 | endazer