Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bakur] de;

4. dema derketî min pir mereq kiribû lê min nekarî temaşe bikim îro bi xêra global kurdish film festival min temaşe kir. bawerim bi xêra atmosfera wan deman ku pêvajoya çareseriyê hebû herdu derhêneran Ertuğrul Mavioğlu û Çayan Demirel karîn xwe li projeyeke wiha biqelibînin. xuya ye ji bo propagandayê hatiye çêkirin lê min tu carî propagandayeke ev qasî dûrî armanca xwe temaşe nekiribû di her kêliyeka belgefîlmê de yên diaxivîn bi min antîpatîktir dihatin her ku diaxîn bêtir ji wan dûr diketim min hestên xwe yên empatiyê ji dest didan. ew xwezaya xweş ya kurdistanê ji ber vê belgefîlmê li ber dilê min reş bû.
di nav kesên diaxîn de ji bilî heval atakan yên din tev wekê mirîdên heşhaşî yên di bin afyona şêxên xwe de mayîn fikr û gotinên bi wan hatine empozekirin dubare dikin, ne ruh ne karakter ne fikr ne jî tişteke din, her tişt çêkirî, her tişt sentetîk. wekê dîstopyayekî bû, kezeba min reş bû!

çend tiştên balkêş li ser belgefîlmê;

- di sehneyekî de pirtûka emine şenlikoğlu, idamlık genç tê xuya.
- di sehneyekî de zeviya esrarê tê xuya ku çend gerîla li ber sekinîne û her dîsa di belgefîlmê de zindan û -
girtiyên di destê pkkê de nîşan didin û di nav sebebên sûc de jî pêbendiya madeyên hişber tê behskirin.
- sê çar caran lîstika eware tê nîşandan ku di nav temaşevanan de murat karayılan û bahoz erdal jî heye.
- piraniya gerîlayan bi tirkî diaxivin, yên bi kurmancî diaxivin jî ji xwe re kurmanciyeke nû afirandine ku çar şahid lazim in heta mirov jê re bêje kurmancî.
- hemÛ behsa paradîgmaya xwe ya nû dikin dibêjin me dewlet û deshilatdarî navê lê dewa çi dikin nabêjin.


spas ji bo herdu derhêneran ku fikra min a ji bo vê rêxistinê bi min dan piştrastkirin.



21.04.2021 16:28 | endazer