Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xweşnav têlo] de;

1. stranbêjeke ji rojavayê kurdistanê ye, strana bi navê karwan ya ku ahmet kaya dibêje ya vî camêrî ye, di nav stranbêjen kurd de ji bo min ciheke wî yê taybet heye.. gelekÎ ji stranên wî û ji terza mûzÎka wî ya xweser hez dikim.. bi navê ebruşevê helbesteka cegerxwîn jî strandiye, wextekî xelet neyê bîra min di mmcyê de vîdeo klîba vê stranê dihat weşandin.. dîsa bi navê bo çi nayêm bîra te straneka wî ya romans heye, mirov gêj û sermest dike.. vê taliyê bi navê kurdistan an beyanî baş kurdistana min straneka newaze çêkiriye, hem stran hem jî vîdeoklîba stranê gelekî weş in.. hem di nav musîqeya stranê de û hem jî di vîdeoklîba stranê de hêmayên xweş yên ji fîlmên western hene..

nav û paşnavê wî li ser netê bi gelek awayan belav bûye, wek xwoşnaw, xwoshnav, xweşnav, têlo, tillo, telo..

kurdistan:



karawan:



dilberê:



bo çi nayêm bîra te:





û çîroka strana karwan ji pênûsa sîrwan h. berko: http://www.nefel.com/articles/article_print.asp?ArticleNr=4043



11.04.2015 19:55 | endazer