Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [shorbevan] de;

250. Îro bi biryara konseya rêveberî ya tirşikê qedexeya li ser bi boneya vê eyd û erefatê ku şeva xêran e hatiye rakirin. Bi naveke din dîsa di tirşikê de dinivîsî ji xwe. me hêvî jê heye wekê berê bi navê Shorbevan binivîse û dema nivîsî jî guh bide rêzikên formata tirşikê.



23.05.2020 00:45 | endazer

212. gidîî dinyayê, kî digo rojek wê bê û ez ê bêriya shorbevan bikim? ;)

ez dibêjim qey tekane kêmasiya wî, hay ji wê mîrata estetîzmê nebÛ, nedizanî an pêdivî pê nedidît wekê min û yên din peyamên xwe biedilîne, bixemilîne, bi çavê yê ji derve li peyamên xwe binêre û bixwîne.
erê gelek peyamên wî, ji bo xatirê nazimê tolhildêr*) em bêjin pirraniya peyamên wî pûç û vala bûn, tişteke nû nedigotin, carina min digo qey bi xwe nikare, ''tiştên di dilê xwe de ji xwe re dibêje'' ango monologên xwe tê û di tirşikê de dinivîse, lê gelek peyamên wî yên têr û tijî jî hebûn. ez gelek caran dihesidîm kurmanciya wî, bi kurmanciyeke gewr dinivîsî, nedialiqî, bi zimaneke xweş û rewan pêde diçû, ez jê hînî gelek biwêj û pêgotinan bûm, j bo civatan min gelek mesele jê girtin.
û gelek tiştên din..
li gorî min astengkirina shorbevan tişteke zêde absûrt e, tu sebebeke maqul jê re nabînim, hinek nivîskaran digotin ji ber shorbevan dilê me ji tirşikê sar bûye, me navê wekê berê di tirşikê de binivîsin, em berê xwe bidin kîjan mijarê liqay peyamên vik û vala yên shorbevan têne.. filan... dibêjin ''pisîkê nekarî rapelike dîwêr, rabû milkis bi dûvê xwe ve kir'' ez dibêjim qey hinek nivîskaran jî shorbevan ji tiraliya xwe re kirin hêncet ;)

axirê ya bûyî bû û ya çûyî jî lêda çû. sorbevan eger vê peyamê dixwînî, li xwe miqate be ;)



20.10.2016 02:53 | endazer

199. (bnr:perwane/92198)

Bi vê biwêja sergirtî ez ji kenan behicandim.

"ez şanzê xwe li xwe mehr bikim û hûn jî şahed"



25.07.2016 23:35 | endazer

78. moderatroî ji xwe re kirye kul û derd, ya rastî ji vir heta cem xwudê heqê wî ye bibe moderator, lê ez ditirsim ku bibe moderator, fermana me moderatorên niha bîne, kitnemîne li nav me rast bike.. eger bi hestên tolvekirinê muemelê bi me re neke û bi çavê rehmê li me binêre, min divê ku ew jî cihê xwe di nav lijneya moderasyonê de bigire..



14.07.2015 23:14 | endazer

50. bi ser navê moderasyona tirşikê hemû ew peyamên wî yên derî formatê jê dibim.. ne tenê yên wî ji vir Û pê de hemû peyamên derî formatê yên bi ber çavên min bikevin ez ê jê bibim.. min hêvî heye moderatorên din jî bi çavê formata tirşikê li mijar û peyaman binêrin û yên derî formatê an jê bibin an jî rast bikin..



14.05.2015 02:38 | endazer

19. yekî hinekî devbelaş e, me hêvî jê heye tenê li jêr wan mijaran de binivîse ku fikr û zanîneka wî li ser heye, de siba dusiba yek bixwîne bikaribe jê îstîfade bike.. ya ku ji bo tirşikê giring ne zêdebûna hejmara mijar û peyaman lê kalîteya naveroka peyaman e.. û ji bo min cihê kêfxweşiyê ye ku bi devoka farqînê dinivîse lê divê biçekÎ din hay ji rist û rêzikên gramerê hebe, di nav peyamên wî de gelek şaşÎ û kêmasiyên rêzimanî û yên rastnivîsê hene.. ji bo nimûne hevalê vêca çiyeeee jî gelek caran bi devoka hekarî dinivîse lê bêyî pirsgirêk mirov dikare peyamên wî bixwîne..



20.04.2015 17:22 ~17:23 | endazer