Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [omer dizeyî] de;

4. bi navê kürt kızı (Geline Bak Geline) straneka xweş ya tirkî jî dibêje;





14.06.2014 05:04 | endazer

3. li başûrê kurdistanê nizanim lê li parçeyên din yên kurdistanê nav û şohreta heq kirî nestandiye mixabin.. hunermend e.. bi nav çendî geram le şaran stranek ya vî camêrî heye ku guhdarê xwe li ser xalÎçeya dengê xwe yê nerm ê şîfonî yê ji pûrtên çûkan bêyî ku pê bihesîne dibe dinyayên din.. cara pêşîn di fîlmeka bahman ghobadi de ez ne şaş bim fîlma dema hespên serxweş bû min ev stran bi ber guhê min ketibû.. hingî baş tê bîra min li ser înternetê tu nema min nenivîsî lê min nekarî ez vê stranê peyda bikim.. paşê piştî ku min têkilî bi çend canik û camêrên ji başûrê kurdistanê re danîn ez serderî vê stranê û stranbêjê stranê homer dîzeyî bûm.. ev stran paşê ji aliyê rojîn û tara mamedovayê ve jî hate gotin lê hê jî kesekî nekariye bi qasê homer dîzeyî evê stranê ev çend xweş û serkeftî bistirê.. nizanim çima lê dema ku ez vê stranê dibihîsim du ristên ku di helbesta xwe de hilnehatine ya şairê nemir ê rehmetî arjen arî bi bîra min tên û dikevin.. 'min dixe rê newaya stranê / mîna tu bê pêrgîniyê, bi coş..' li ser youtubeê qeydeka vê stranê ku homer dîzeyî û hanî bi hev re dibêjin heye ku mirov ji guhdêrînê têr nabe.. ji xeynî vê stranê stranên wî yên wekê xewn le xew da, esmer, hoy narê jî gelekî xweş in û hêjayî guhdarîkirinê ne.. strana meşhûr ya hunermenda kanadayî, loreena mckennittê ya bi navê tango to evora ku hema bêje li her zimanekî hatiye wergerandin û stirandin bi navê xozgayê wergerandiye kurdî û stirandiye.. piştî homer dîzeyî rojînê jî xwe li heman stranê ceribandiye û bi navê janê ev stran bi gotinên kurmancî stirandiye û di albûma xwe de cih dayiyê.. homer dîzeyî herwiha strana meşhûr ya gelêrî ya îranê ya bi navê soltana ghalbha jî wergerandiye kurdî û soranî û stirandiye..

min di forûmekî de xwendibû ku digot homer dÎzeyî hevzayend e eger bi vê nasnameya xwe bikaribe bi rihetî hunera xwe li kurdistanê îcra bike cihê kêfxweşî û şanazî û serbilindiyê ye ji bo min.. ji ber ku kurdan bi salan ji ber nasname û taybetmendiyên xwe yên cuda êş û azarê kesanedîtî dîtin ji ber hindê gelekî li ber dikevim dema ku kurdek radibe û j ber nasname û taybetmendiyên cuda yên kesekî tehn û tadeyiyê li kesekî bike an cihê derbirrÎnê jê re nehêle an ji nav xwe veder û aforoz bike..



fermo çend girêdankên youtubeê yên derheqê deng û mûzîkalîteya homer dîzeyî de:



homer dîzeyî - çendî geram le şaran:



homer dîzeyî & hanî - çendî geram le şaran:



rojîn - çendî geram le şaran an birÎndar im:



tara mamedova - çendî geram le şaran an birîndar im:



homer dîzeyî - xewn le xew da:



aynur doğan - xewn le xew da an xewn:



homer dîzeyî - xozga & tango to evora:



rojîn - jan:



lorenna mccennitt - tango to evora:



homer dîzeyî - soltane ghalbha:



farid farjad - soltane ghalbha:



darya dadvar - soltane ghalbha:



dîmenek ji fîlma niwemangê ya derhênerê kurd bahman ghobadi ku tê de bi akordiyonê strana soltane ghalbhayê tê lêxistin:



25.07.2013 05:22 | endazer