179. trollên PKKê ne bes bûn niha jî yên PDKê lê hatine xezebê ji ber di meseleya mistefa selîmî de gotiye PDK nikare tenê bi tawanbarkirina ynkê xwe ji bin bar û berpirsiyariya vê kirêtiyê xilas bike. carina dema çav bi tiştên wiha dikevim dixwazim ji kurdbûnê tobe û îstîfa bikim lê nizanim herim ber destê kî?! |
|
12.04.2020 23:38 |
endazer
|
122. di rûdawê îro liqay nivîseka wî ya bi kurmancî hatim, gelekî kêfa min hat, ev nivîsa wî ya bi kurmancî li gorî nivîsên wî yên din ên tirkî hem bi naveroka xwe û bi hem zimanê xwe, biçekî qels e, lê gelekî normal e, ji ber ku mirov 30 salan destê xwe yê çepê bişixulîne û paşê rojekî bi destê xwe yê rastê bihese û bêje lene'l şeytên destê xwe yê rastê bişixulîne ji bo çend carên ewil wê bişerpile, gelek kêmî û kurtî wê jê çêbin, lê pê re pê re her tişt wê hel dibe û vegere ser esl û tebîet û fitrata xwe.. |
|
02.09.2015 22:57 |
endazer
|
116. bavo me jê qebûl e, bi kurmancî nenivîse, bila nenivîse, lê qet nebe bila j rûdawê bêje, ku nivîsên wî wergerînin kurmancÎ û soranî jî, yek ji kêmasiyên portala rûdawê jî ev e; bi pirranî her nivîskarekî bi ziman û zaravayê ku pê dinivîse pêşkêş dike, kêm nivîs û gotaran ji bo ziman û zaraayên din werdigerÎne.. |
|
04.08.2015 01:45 |
endazer
|
107. xasbaxçeyê rût î bêgul ê şakiro wekê gülsüz bir çıplak bahçesi wergerandiye tirkî.. Here lînkê * |
|
09.05.2015 03:11 |
endazer
|
89. di rûdawê de bi navê ermeniler, kürtlerden özür dilesin (bila ermen, ji kurdan lêborÎnê bixwazin) nivîsek metrajdirêj nivîsiye.. nivîs hingî dirêj e heta min xwend û xitim kir malik li min çû mîratê.. divê vê jî bêjim camêr bi barê kerekî behsa bûyer û meseleyên dîrokî dike di nivîsa xwe de lê ji bo yekî tenê jî çavkanî destnîşan nekiriye, tu wê bêjî qey dema ew bûyer diqewimîn ihb jî li ser hespê xwe sekiniye û temamê bûyeran li cem xwe ligel hemû detayan qeyd kiriye.. neyse Here lînkê |
|
26.04.2015 03:42 |
endazer
|
75. çûye serdana noam chomsky an lê bûye mêhvan.. |
|
25.06.2014 16:41 |
endazer
|
74. (bnr: xenim)? * |
|
01.06.2014 19:16 |
endazer
|
71. . |
|
01.06.2014 01:29 ~2022.01.13 12:47 |
endazer
|
70. delegetiya wî ya di kcdê (kongreya civakên demokratîk) bi bersiva li jêr hatiye betalkirin; https://tirsik.net/caps/picture.php?/394/category/3 (paşê dema mirov diştexile kerên çolê yên hevsarê xwe qetandîn tên û xwe dîn û har dikin.. * |
|
31.05.2014 23:24 |
endazer
|
40. egoya wî ji ya ocalan mezintir e. exlebê caran tiştên rast dibêje, lê carinan li gorî bertekên bi ser de tên rişm û hevsarê qelema xwe ya şidiyayî sist dike. yek ji îslamiyên ku ''paşê bi kurdîtiya xwe hesiyane û li doza kurdistanê xweyî derketine'' ye. carûbaran xwe didewliqîne bîra xwe ya berê û fikrên xwe yên kevnik jê derdixe, lê tu kes qîma xwe pê nayîne, pişt re rexneyan li pkk-ê û li ocalan û li siyaseta kurd ya li bakurê kurdistanê ya pêgir û pabendê pkkê digire, paşê pêl frenê dike û behsa girîngiya rola öcalan ya di nav siyaseta kurdistanê de dike, filan. |
|
06.02.2014 00:28 ~2022.01.13 12:46 |
endazer
|
17. ji devê wîkîpediyayê îbrahîm xelîl baran: |
|
25.07.2013 05:34 ~2022.01.13 12:49 |
endazer
|
9. bi israr li ser bindestiya kurdan û mûstemlekebûna welatê kurdan kurdistanê disekine û ji bo azadkirin û ji nû ve avakirina ruh û bedeneka kurd û kurdistanê hizr û pêşniyarên xwe li ser facebook û twitterê bi hejêker û guhdêrên xwe re parve dike.. hêvî heye ku bê û di tirşikê de jî hespê xwe rake pêdarê û bela xwe li dewletnexwazên kurd yên ji her derûdorekî bide.. |
|
24.07.2013 23:33 |
endazer
|
5. dîwaneka wî ya helbestan bi tirkî bi navê sular divanı di sala 2005an de ji nav weşanên yomê de derketiye heye. |
|
24.07.2013 21:18 ~2022.01.13 12:47 |
endazer
|
4. nivîskar û ramanwerek kurd e û. ji perspektîva azadî û serxwebûna kurdistanê û tifaq û yekîtiya kurdan li her rûdan Û bûyereka li dinya û kurdistanê diqewime dinêre û şirove dike ji ber hindê gelek caran bertekên kurdên asîmîlebûyî an entegrebûyî û yên çepgir û rastgir û îslamîstên tirk dikişÎne ser xwe.. ez bi xwe pişta hema bêje her gotinek û fikreka wî digirim lê nizanim ji ber çi gelekî zêde ji xwe bawer diaxive û dema derheqê tiştekî de diaxive wekê ku yekane otorÎte ew e qet îhtîmala şik û îtîrazekî jî bernade. mixabin di nivîsên xwe û parvekên xwe yên li ser twitter û facebookê de bipiranî zimanê tirkî bikar tîne. carinan li ser facebookê derheqê hind peyvên kurdî de xebatên xwe yên etîmolojÎk parve dike ku piraniya etîmolojya van peyvan şaş in û tu esl û feslê wan ê rastiyê nîne. carina jî wekê kurdên nû bi kurdîtiyê hesiyayîn û divên tiştinan bikin nivîsên gelekî hişk û tûj û req dinivîse. |
|
24.07.2013 21:16 ~2022.01.13 12:43 |
endazer
|