Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [selim temo] de;

51. Gotarên wî yên di rojnameya duvarê de hêjayî xwendinê ne. Di çarçoveyeke dij kolonyal li bûyer û qewimînên li bakur dinêre û dinivîse, belkî ji loma di nivîsên wî de îma, îronî û sarkazm ser ve diçin. Ji ber paşxaneya wî ya poetîk be belkî hewldana nivîsandina bi zimaneke helbestî nivîsê di hinek cihan de dixitimîne, pê re xwendevan jî li hinek cihan dilikume, nikare zêde pê de here. Wekê din, cihên pêdivî dikare xwe jî rexne bike, ji ber ku berê li Trt Kurdî û artukluyê de xebitiye her çend bi min hewce neke jî belkî ji bo xwe ji rexneyan bide aliyekî, dema mesele tê ser, berê rexneyê dide xwe jî.
Di nivîsa xwe ya dawîn de ji vir heta cem Xwedê mafdar e, di barê herdu xêroyan de jî. Ji xwe hîn hibra nivîsê ziwa nebûyî xêro ebbas ji dev û Tirkiya dostê xwe ahmet gûneştekîn li ser twîtterê bersiva wî daye û peyitandiye bê Selîm Temo çi qas mafdar e.



24.02.2020 22:33 | endazer

22. min jê re jî got, li vir jî bêjim kurdiya nivîsên wî yên di rojnameya radÎkalê de, zêde wergerkî ye..



10.03.2014 00:40 | endazer

14. li gorî agahiyên bi dest îstîxbarata tirşikê ketîn, bi xwe niha tenê xwendevanekê tirşikê ye, yanî di tirşikê de nanivîse lê siba dusiba eger tonaja rexneyên li ser tûjtir û dijwartir bibin dibe ku dilê wî jî here cengê û rext û tifinga xwe bixwaze.. di tirşikê de mînak û emsalên bi vî rengî hene..



28.11.2013 02:03 | endazer

9. li ser hesabê xwe yê facebookê jî heman peyam wekilandiye.. (ev cara didoyê ye ez vê peyva wekilandinê ku min jî ji ferhengekî wergirtiye, diwekilînim)

https://www.facebook.com/profile.php?id=100001476393970



27.11.2013 21:37 | endazer

8. berÎ çend xulekan li ser hesabê xwe yê tirşikê behsa tirsik.netê kiriye.. û banga nivîskariyê ji bo ciwan û cêhilên kurd û kurdînivîs kiriye..

em wek konseya rêveber ya tirşikê dibêjin:

selîmo malî ava û xwudê kurê te li ser xêrê û xweşiyê bike zava..

''ez wisa bêjim ku hûn baş jê fahm bikin: welleh http://www.tirsik.net ji tirşikê xweştir e! bixwînin, binivîsin, bişopînin @Kurdistanazadd''



27.11.2013 21:34 | endazer

6. di hevpeyvîna xwe ya di evrensel kültürê de derketî de kevirek fêris li guzeka xwe û li tehta eniya dewletê û siyaseta kurd ya li bakurê kurdistanê dixe.. di çarçeveya duhîn û îroya edebiyata kurdî de tesbît û analîzên hêja û ji kana zanîn û zanistê li ser rewşa edebiyata kurdî dike.. gelekî kêfa min ji vê xislet û xisûsiyeta camêr re tê, di cihê xwe de nasekine bi xwe re levhatî ye, berê rexneyan li xwe jî û li derdorê jî digire, yanî şûjina di çavê xwe de jî û qirş û derzî û gîsnê di çavê hevalê xwe de jî dibîne û raberî raya giştî dike.. dikare ji ya xwe were xwar û dikare poşmaniya xwe bîne ziman..

neyse hevpeyvîna ez behsê dikim; http://www.jiyan.org/?p=245



06.10.2013 04:31 | endazer

5. bi qasê ku ez zanim bi (bnr: jübile)ya xwe xatirê xwe ji tirkÎ xwestibû lê nû seh dikim ku dîsa li tirkî vegeriyaye.. şi'rên wî yên bi tirkî gelekî serkeftî ne bawer nakim ku kesek ji hebestê fêm dike Îtîrazê li vê yekê bike.. vegera wî ya bi ser kurdî û kurmancî ve tiştekî pîroz û hêja ye.. lê helbestên wî yên bi kurdî û kurmancî û wergerên ku ji bo berhema xwe ya nav (bnr: antolojiya helbestên kurdî) kirî ew çend serkeftî û şareza nebûn.. ji bo wergerê nikarim tiştekÎ bêjîm lê ji bo helbestên wî yên bi kurdî dikarim bêjim biçekî zêde bilez kiriye û pirtûka xwe ya yekem çap kiriye.. xwezî hinekî din sekînibûya ta ku helbestên wî biçekî din dawerivîbûna û dema xwe bigirtana.. bi qasê ku ez dizanim nha zanînegha artukluyê de di beşa ziman û wêjeya tirkî de akademîsyen e.. û berî bê di vê beş Û departmanê de bixebite dîsa di bin banê heman zankoyê de di beşa kurdolojiyê de kar dikir û dişixulî lê paşê ji devê wî an ligorî îdîa û îfadeyên wî ji ber ku yök li ser sozên xwe yên dayîn nesekiniye dev jê berdaye.. di hejamara dawîn ya kovara çirûskê de alÎakrê rektorê zankoyê û rêveberê beşa kurdolojiyê birêz (bnr: prof. dr. kadri yıldırım) bêyî ku navê wî bide lome û gazincên mezin jê dkirin û digot ku bi xêrnexwazên ku derheqê me de kampanyayên reşkirinê dane destpêkirine re tevdigere.. Îcar rast û derew û xêr û guneh stûyê yê gotî û yê kirî..



22.07.2013 17:51 | endazer