Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [22.03.2015 duyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê] de;

58. silav ji bo hemÛ kesî..

belê wekê xendekî gotiye, ez bi qasê nîv saetî bi derengî gihiştim civÎnê, ji ber ku doh ber destê sibehê min karî rakevim û dema rabûyîm jî saet 13:00 bû, min alarma telefona xwe eyar kiribû lê dema ez rabûm min dît ku telefon ji bêşarjiyê hatiye girtin.. werhasil çawa ez rabûm min cihde avek li rûyê xwe kir û bi ser wî halê xwe yê çavlixew min da rê ez çûm cihê civînê..

civÎnek bêqisur bû! di civînê de çi hatibe ber devê me, me got, me tiştek ji xwe texsîr nekir..

- di civÎnê de herkesî kezeb xwar, xendekî û simurg56 nîv porsiyon kezeb û nîv porsiyon keşan xwestin, min jî goştê mirîşkan xwest.. brusk56 kola vexwar, camêr di civÎna din de jî kola xwestibû, me yên mayî wekê her kurdekî ji rêzê û edetî dew xwest.. *

- bi qasê di bîra min de maye, çi erênî, çi neyênî, navê van nivîskaran di nav civÎnê de hate hildan; rasteqîn, nazim tolhildan, , remlavêj, cinorek, gulan, vêca çiye, berkenbereh, dîno, elegez, mergezhezû nançû,.. muhtemelen çend nivîskarên din jî hene lê niha ev nav hatin bîra min..

- bi qasê di bîra min de maye çend mijarên me behs lê gerandî; siyaset, newroza amedê, koma niştiman, ruhê eşmeyê, alayên kurdistanê yên li qada newroza amedê, gerîllayên beşdarî rêûrisma newroza li silêmaniyê bÛyîn, sÎnema, werger, rêzefîlmên tirk û yên biyanî, kurdiya ''takıntı''yê, tirşik, sîstema nû û ya kevn ya tirşikê, koderê kevn ê bênamûs ê tirşikê, hejmara texmînî ya mijar û peyamên rojane tên tirşikandin, reklam û danasîna tirşikê, polemîkên li ser mijarên dînî yên di nav nivîskaran de, sebeba sempatiya cihûyan ya li cem hinek kurdan, ekşisozluk, di ekşiyê de mijara ''bebek katili mustafa kemal'', her dîsa mijara ''pkk 3 ay eylem yapmayınca götü kalkan türk'', nivîskarên kurd ên di ekşiyê de, tesîra sosyal medyayê ya li ser ruhiyet û psîkoljiya ciwanên kurd, sebeba rêjeya zêde ya nexweşiyên civakî di nv ciwanên kurd de, rûpela tirşikê ya li ser facebookê, çend enstantaneyên her yek ji me nivîskarên beşdarî civînê bûyîn yên li ser jiyan û kesayeta me ya şexsî, û bîranînên ji hirde û wêde, cizîr, xelkê cizîrê, hewa û atmosfer û xelkê cizîrê ji bo mirov ji derve bê û lê bijî çawa ye?, hevaliyên hevpar yên di nav hevalên hevalan de...........

xendekî biçekî bêdeng bû, ya rast min û brusk56 me nedihêlişt ji me pêve kes biştexile.. * simurg56 zêde zêde camêr û nefsbiçûk bû, feqiyêteyran jî zêde neştexilî, azadîxwaz heta civÎn xilas bibe her pirsa cizîrê ji min xendekî kir.. * nan û av jî me nû li civînê hevdu nas kir, camêrekî xweşsohbet xuya dikir.. * mervan ronî wek li jor hatiye gotin mixabin em ji luqintê derketin paşê me hevdu dît, ji ber wê me nekarî qene em çayekî jî bidinê, li ser linga me çend wêneyek girtin û dîsa heta cihê em ji hev veqetin li ser linga me biçekî sohbet kir, ew jî yekî zêde zêde camêr û nefsbiçûk bû.. brusk56 wekê hemû birayên biçûk yên malê stara xwudê li ser be guhê wî dilebitin, henek li aliyekÎ dema ti tirşikê de dinivîse yekî zêde hişk û radîkal dixweye lê di jiyana rastî de yekî zêde zêde naîf û xweşsohbet û xweragir e..

bes e ev qas..

ji bo pirsa xendekî jî, ez ê her rojekî vegerim, lê vêga min çend tişt dane ber xwe divê ez wan tişt Û miştan bicih bînim, û min dil heye heta ew jehra sosyal medyayê ruhê min berde, biçekî dûrî civak û medyaya civakî bimînim..

bi xatirê we, emanet qencî, haj xwe û tirşikê hebin!



22.03.2015 20:21 | endazer

44. civîna ku hey xwudê hez ke û tu qeza û bela çênebin ez ê biçimê.. min hêvî heye hemû hevalên din ên li amedê jî hemû kar û hêncetên xwe deynin aliyekî û bi ruhê eşmeyê tevlî civînê bibin! *



21.03.2015 21:43 | endazer

36. hatina xwe ya civînê min hêj essehî nekiriye, ketime bela mêvanan de, ji ber wê ihtimal heye ku nekarim bêm.. ji bo big chefsê jî eger xwarin tenê be zêde ne buha ye, lê dema menû be, yanî selete û vexwarin û tiştên din ên ekstra jî di nav de bin hingî şûna hesabî dareke stûr û tûjkirî tînin dibêjin de rûne ser! * min bi xwe li big chefsê xwarin nexwariye û min ne niyet e bixwim jî, lê di wê dema ku ji bo kobaniyê li amedê pevçûn derketibûn û her der girtîbû, ji mecburî li otêleke meşhûr û têrstêrk min û hevalekî xwarinek xwar, camêran heta oksîcena me bêhemdî kişandî cerg û hinavê xwe jî avêtibûn ser hesabî, min kotek xwe jê xilas kir.. *

li lînka jêr xwarin û buhayên xwarinê yên li big chefsê dinivîse, koordînatorên civînê dikarin çavekî lê bigerînin, heta dikarin bi riya telefonê bazara xwe jî bi wan re bikin.. eger big chefs çênebû werin ez ê salona xwe ya malê ji bo danekî bidim kirê.. * http://www.bigchefs.com.tr//31

û di civîna din de nebibû nesîb lê di vê civînê de min gelekî divê elegez û cercîs rewanî pêşberî hevdu rûnin.. * û wekê dî gelek nivîskarên din jî hene di tirşikê de daimî nanivîsin, carina tên bêhna xwe li tirşikê fireh dikin paşê lêdidin diçin.. wek terkexem.. dîsa piştî civÎna pêşiyê çend nivîskaran li jêr mijara civînê gotibûn xebera me ji civÎnê nebû hey nexwe em ê esseh hatibûna, divê mirov bi rêyekî ji riyan xwe bigihîne wan, Û xebera wan ji civînê çêke.. û wextekî gulgenimek hebû nizabim hêj sax e an na, bawerim xebera wê jê çêbe ew jî wê bê..



20.03.2015 17:44 | endazer

24. seb xatirê simurg56 belkî beşdar bibim, naxwazim sozê bidim, vê pêlê min gelek soz dane û û paşê an pê re negihame an tiştin neketine bara hev de ji ber wê mecbûr mame sozên xwe daqurtînim.. lê eger ceso ji eskeriyê fîrar bike û bê, ez li ber sikratê jî bim ez ê civana xwe ya li gel melkemot paşde bidim û bêm civîna tirşikê.. ji bo koordînatorê civînê jî çend pêşniyar;

lîsteya nivîskarên li amedê û yên li derdora amedê dijîn deyne ber xwe û yeko yeko li wan bigire, heta li ber wan bigere, hêvî û lavan ji wan bike, ji wan re teklîfên wisa bike ku tu carî nikarin red bikin, kesên bên civînê çi qas zêde be ekl û çêja civînê û tesîra civÎnê ya ji bo danasîna tirşikê jî ew qasî zêde dibe.. û li ser twitter û facebookê nûçeya civÎnê ragihînin belkî kesinên ne nivîskar jî bên û bi vî awayî mûrîd û mubtelayên nû ji tirşikê re çêbin..

ji bo cihê civÎnê jî pêşniyara min big chefs e, li fîsqayayê ye, li jêr roj cafeyê (terasa bajêr) ye, gamze xanimê ew qas mesref lê kiriye, eyb e ku mirov neçe û carekî xwe nepirtikîne! *



18.03.2015 21:32 | endazer