Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [altan tan] de;

39. - yekî derheqê wî de gotiye altan tan me wekê ker û kerîzan dibîne, esil hdp altan tan û hilbijêrên xwe yên dîndar ker û kerîz dibîne.. di hilbijartinên borî de li amedê heta belkî di nav hemû wekîlên hdpê de yê herî zêde deng standî altan tan bû.. cara ewil dewla serê altan gelek kurdên dîndar dengê xwe dan partiyeka li ser xeta pkkê û dîsa gelek kurdên dîndar yên ji berê de dengê xwe didin partiyên li ser xeta pkkê jî cara ewil bi dilxwazî û bi hemdê xwe dengê xwe dan namzedekî.. belkî sedî %80-90 hilbijêrên hdpê misilmanên sunî ne û dîndar in û ne ji ber îdeolojî û siyaseta pkk/hdp belê seb xatirê zarokên xwe yên di nav refên pkkê de bêyî ku li siyaseta hdpê bnêrin dengê xwe didin, lê ji ber ku hdp van hilbijêrên xwe wekê ker û kerîz dibîne, dibêje em kî jî deynin ber wan, dengê xwe nakin, wê dengê xwe bidinê wekê ku li kurdistanê qela namzedan rabûbe diçin ji quzzê kerê xelkê tînin dikin namzed..

- rast e altan tan ne pkkî ye û tu carî jî min ne bihîstiye gotiye ez pkkî me, ez jî ne pkkî me, ji xwe dema hdpê teklîfa wekîliyê jê re birî jî ne pkkî bû û di hemû axaftinên xwe de xwe ji pkkê berrî dikir.. çawa niha dengîr mîr mehmet firat dibêje ez ne pkkyî me û ne jî hdpyî me lê ji ber ku ez pêwist dibînim hdp bide ser benda hilbijartinan ez jê bûme namzed.. ewî jî ji bo ku hdp bikaribe li meclîsê komekî ava bike ku hingî eger xelet neyê bîra min şert 20 kes wekîl bûn, ligel şerafettin elçi çend kesên din ên ne pkkyî namzediya xwe danî..

- altan tan li kû cihê xwudê siyaset kiribe, tişta rast zanî gotiye, tu tişt ji xwe texsîr nekiriye, milli selamet, saadet, hadep û niha jî hdp.. ji bo hinek mûrîdên ku îradeya xwe dane dest serokên xwe ev tişteke nedîtî ye, ji ber wê heyîrî dimînin.. ji xwe tişta ku li cem altan tan, xelkê hejê dikir, ew bû ku li kû cihê xwudê kêmasî û an şaşiyek dîtibiya digot, ji ber vê tebîeta wî apo jî tê de kesî nediwêrî bela xwe lê bide, ji bo nimûne dema osman baydemir, şaredarê amedê bû, demekî gotibû, modeya çekan rabûye, divê em meseleyên xwe êdî bi siyasetê safî bikin, ocalan di hevdîtina xwe ya heftane de ji bo baydemir gotibû, ew ''cîgulî'' xwe çi dihesibîne, li amedê ciwanên wisa hene ku dikarin devê wî biçirrînin.. piştî van gotinên wî baydemir nekarî tiştekî bêje, serê xwe kir di ber xwe de, carekî dî jî ji xwe pêjneke muxalîf jê derneket.. lê ligel hemû rexneyên altan tan, tu kesî nediwêrî dengê xwe lê bilind bike an bela xwe lê bide.. axirê ji ber vê taybetiya wî ya rastbêj ango ''dobra'' xelkê hejê dikir û qîmet didayê..

- erê rast e şerîetxwaz e, herkesekê ku bawerî bi muhemmed pêxember û bi quranê anîbe mecbûr e yanî li ser ferz e ku şerîetxwaz be, şerîet ew hiquq e ku xwudê di quranê de ji bo mirov jiyana xwe ya şexsî û ya civakî pê durist bike bi riya quranê û hedîsên pêxember nazil kiriye.. nifşên nû yên meyla wan li ser pkk û hizbên din ên sekûler ve ew qasî ji rastî û realîteyên bav û bavpîrên xwe dûr ketine, dema diçin bajarekê tirka û vedigerin mala xwe li kolanekî tenûrekî bibînin, devê xwe beş dikin û dibêjin ev çi ye? dêûbavê wî/wê rojê 5 dana nimêj dikin, lê tu ji wan bipirsî fatheyê ji ber nizanin.. diya wan pêçayî ye, lê dema keçikekî pêçayî dibînin mehdê xwe tirş û tehl dikin. dema navê şerîetê seh dikin dibêjin qey rojê bîst û çar saetan destê xelkê jê dikin, xelkê didin ber kuç û keviran, diricimînin..

- hinekan jî gotiye altan tane nebe, şûna wî çend kesên din ên wekê huda kaya, ayhan bilgen û kadri yıldırım hene.. li ber dilê min tu qedr û qîmetekê wan nîne, gava dî min li twittera kadri yıldırım nêrî camêr çawa twitter vekiriye, gotineka öcalan twîtandiye, huda kaya ji xwe nanê sêlê ye, duh ulkucû bÛ, îro hdp û xwudê zane siba wê bi kî re derkeve? piştî ku hdpê di vê hilbijartinê de bi ser navê bûna partiyeka tirkiyeyê ew qas kesên çepgir û marjînal ku tu hemÛya deynî ser hev ne ji tirkan û ne jî kurdan têra wekîlekî nikarin deng bistînin, kir wekîl gelek kes ên wekê min ligel acizî û nerihetiya xwe ya ji vê sitaseta şaş ya hdpê seb xatirê altan tan xwe radigirt, dîsa me gelekan digo tişt nabe em ê di vê hilbijartinê de jî dengê xwe bidin hdpê, dirêj nekim altan tan partî konsolîde dikir, balansa serê partiyê yê îdeolojîk û gewdeyê partiyê yê edetî li hev dianî..

- di nav hdpê de ez bawer nakim yekî bi qasê altan tan demokrat hebe, sırrı süreyya önder bi xwe di bernameyka tvyê de wiha dibêje.. di meseleya wênenegirtina ligel komeka lgbtî de jî ji vir heta cem xwudê mafdar e, ya yekê tu kes ne mecbûr e bi tu kesî re wêne bigire, û ya didoyê jî hilbijêr û hejêkerên altan tan hemû jî dîndar in û tiştekî wiha ji altan tan qebûl nakin..

-- em bînin ser hev, ji ber ku altan tan yekî dîndar e û ne mûrîd e, tişta rast zane dibêje, hinek mûrîd çavê xwe jê bar nakin, ew dibêjin me çawa îradeya xwe dabe dest divê ew jî wekê me îradeya xwe bide dest..

-- û dawiyê vê bêjim ew kirasê ku berî sed salan kemalîstan ji kêfa dilê xwe re fesilandibû û bi darê zorê li xelkê dikir çawa jê negirt, çawa dema ew darê zor û zilmê biçekî sist bû xelk cihde hatin cihê xwe û ev pêncî sal in kemalîst rûyê desthilatdariyê nabînin.. ew kirasê ku evdoîstan fesilandiye jî jê nagire, xelk kengî keysa xwe jê bîne, wê wî kirasî piçûparî bike.. ev tewecûha li cem xelkê ya ji bo altan tan jî nimûneyên vê meyl û daxwazê ne.. li hêviyê bin!



05.04.2015 03:20 | endazer

26. dibêjin selahattin demirtaş jê re gotiye di vê hilbijartinê de em te nakin namzed.. mala wan ava, ev bûn sê hilbijartin ez di hilbijartinan de deng didim.. di her sê hilbijartinên borî de ligel hemû kêmasî û xeletî û heta belkî dilpîsiyên hdpê min dîsa digo nalel şeytên û min dengê xwe dida hdpê.. ji bo vê hilbijartinê jî dilê min li ser hdpê wasewas bû, mala wan ava bi vê biryara xwe argûmentek saxlem dan dest min ku ez dengê xwe nedim wan..



04.04.2015 09:30 | endazer

13. li gorî nûçeyeka basnewsê, di beyaneka xwe de gotiye bdp û kcd dixwaze bal û dîqeta xelkê bixelitîne, çend kes û kûs bi ser navê kcdê bi derew û neweyiyan xelkê dikişînin kolan û meydanan, û ev saleke serok û rêveberên kcdê bi Înisiyatîfa xwe tu îş û emel nekirine

bi kurt û kurmancî dibêje protestoyên ku bi kampanyaya #hevseldekatliamvar li ser twitterê jî tê birêvebirin manîpûlasyonek e, dibêje linav baxçeyên hewselê bi xwe de tu plan û projeyeka Îmar û înşaatê tunîne, dibêje eger bdp û kcd û siyaseta kurd ya li bakurê kurdistane ya pêgirî pkkê dixwaze balê bikişîne ser talana coxrafya û ekolojiya diyarbekirê, bipirse bê kî çawa izna îmarê daye Înşaata li ser kırklar dağı-yê, kî izna îmarê daye înşaata nexweşxaneya universal-almanê ku li ser qada ku şêx seîd û hevalên xwe lê hatibûn sêdarkirin, kî izna derxistina quma li nav baxçeyên hewselê yên li ber qeraxê çemê dîcleyê da şîrketan bi egera çêkirna çewlîka masiyan?? http://goo.gl/fW6p48



03.03.2014 16:05 | endazer

12. wekîlê kurd ê bi rastî jî wekîlî û temsîliyeta hesasiyet û hîsîyatên gelê kurd û gelên kurdstanê dike ye..

di axaftina xwe ya vê dawiyê ya di meclîsa tirk de mesele aniye ser metnên deşîfrekirî yên qeydên axaftinên telefonên mûteahîdên nêzikî hikûmeta akpê ku bi destpê parlementerên chpê li meclîsê hatibûn belavkirin.. di axatina xwe de balê dikişîne ser axaftina di navbera mehmet cengiz û hayredin özaltın ku di nav axaftina xwe de çêr û sixêvên faşîzane dikin kurdan û dibêje evan mûteahîdan gelek îhaleyên li bakurê kurdistanê û yên li başûrê kurdistanê standine, nanê kurdan dixwin û dijûn û heqaretê li kurdan dikin..

bang li recep tayyip erdoğan û mesûd barzanî dike û dibêje, bila îhaleyên ku ji bo van herdu mûteahîdan hatine spartin werin betalkirin û bila nehêle ku nan ji ax û xaka kurdistanê bixwin..

berî çend hefteyan jî dîsa li ser kursiyê meclîsa tirk digot çi îşê mûteahîdê ehlê rîzeyê li wanê heye? demekî dema ku ez şîrketeka gaza xwezayî de dişixulîm, me îhaleya çêkirina tesîsata gaza xwezayî ya xaniyên ku tokiyê jibo mexdûrên erdhêja wanê dabûn çêkirin girtibû ser milê xwe.. mûteahîdê hemû tokiyên li wanê yên ji bo mexdûrên erdhêja wanê dihatine çêkirin yekî rîzeyî bû..

neyse tu hêviya min ji teyyîbê sergolik tunîne ji xwe lê hêvî dikim ku mesûd barzanî guh bide van tembî û tewsiyeyên altan tan û van mûteahîdên nankor û bênanûxwê ji kurdistanê biqewirîne..



lînka nûçeyê: http://www.avestakurd.net/nceyn-rojane/binrin-ji-kurdan-re-ci-dibjin-h5552.html



19.02.2014 15:17 | endazer

10. kifş e ku li ser kurmancî dişixule, li gorî berê kurmanciya xwe gelekî bipêş xistiye.. di bernemeya bûyera îro de bi kurmanciyeke sivik û hêsan û herikbar derd û merema xwe der birriye.. û ji bo öcalan û helwesta wî ya li hemberî pratîk û siyaseta hikûmeta pdw-ê û serokê hikûmetê recep tayyip erdoğan gotiye: ''Divê em rewşa Ocalan fam bikin, ew girtî ye û tenê yek kilîta wî heye û ew jî di destê Erdogan de ye, ji ber vê yekê ew nikare li dijî hikûmet û Erdogan biaxife”



24.01.2014 00:11 | endazer

9. xweşsiyasetmedareke kurd e.. ji ber ku zane saziya ku wek kck tê zanîn ji bo ku sazî Û şaredariyên kurd têxe di bin dest û kontrola dewleta tirk de ji aliyê mit yanî teşkîlata îstîxbarata tirk ve hatiye damezrandin, dixwaze kck jî ligel dewleta paralel ya cemaeta fethullah gülen were tesfîyekirin..



01.01.2014 22:30 | endazer

3. ji bo hdpê gotiye çepa marjînal.. û dîsa gotiye wekê min gelek kesên di nav partiyê de bertek ji bo tifaqa bi partiyên çep yên tu tesîreka wan li ser xelkê tunîne re nîşan dane.. û dîsa gotiye pkk jî wekê dewleta tirk dixwaze diyaneta xwe ava bike, û lê zêde kiriye; eger bi rastî jî dixwazin konferansa îslamê çêbikin divê ji bo konferansê hüdapar û cemaeta fethullah gülen jî werin vexwendin..

ceynika serê min ji hüdaparê diçe û cemaeta fethullah gülen jî di warê doza kurdistanê de ne cihê baweriyê ye.. lê di siyasetê de realîte tiştek e û ya îdeal tişteke din e..

dema navê van herdu civak û cemaetan tê bilêvkirin di nav kurdên piçekî polîtîzêbûyî de çav li gelekan sor dibe zanim, û gelek kes bi argûmantên wek mane nevîçîçirkên hüdaparê bûn ku kurd li nava kolanên kurdistanê dikuştin an di hicreyên teng û tarî de didan ber îşkenceyê filan.. erê rast e lê mane dewleta tirk bû ku ev çendik û çend sal in bi hemû rê û rêbazan ji bo kurdan ji nav rake, ji bo kurdistanê talan bike têdikoşe.. lê îro em dibînin ku camêrên ku dilxwede berdevkiya siyaseta kurd dikin diçin bi serê atatürk sond dixwin, dibêjin alaya tirk ne tenê alaya tirkan e alaya me kurdan e jî, diçin eyda eskerên tirk pîroz dikin, diçin di cejnên dewletê de bi eskerên tirk re govendê digerînin, diçin nameyan ji faşîstên tirk re dinivîsin û di nameyên xwe de seb û şikayeta kurdên kurdistanxwaz dikin, radibin û rûdinin dibêjin em li dijî dewletbûnê ne û eger ji qûna me were em ê statûya li başûrê kurdistanê bi xwîn û xwêdana bi sedhezaran cangorî û pêşmergeyan hatiye bidestxistin jî hûr û hera bikin û tevî mîsaqê millî bikin, diçin bi îstîxbarata tirk re rûdinin, li ber derî û dergehê meclîsa tik digerin filan..

yanî siyaseta kurd dikare bi deweta tirk ku hebûna xwe li ser tunekirina kurdan ava kiriye re dîyalogê deyne, mûzakereyan bike lê nikare bi birayên xwe yên din ên kurd ên meyla xwe berdayîn ser hizb û partînin din - eger riya van partiyan şaş û çelexwehrî jî be- biaxivin û diyalogê deynin û li ser daxwazên rewa yên kurd û kurdistanî siyaseteka hevpar birêve bibe..



24.10.2013 03:06 | endazer

2. RASTTIRÎN Û RASTGOTIRÎN PARLEMENTERÊ PADÊ.. bersivek xweş Û QERRASE li darikekî tûj û birra pêçaye û xistiye qûna bilindê çavgilîzok.. ji bo bilindokê ku gotibû ''di rojeva me de perwerdehiya bi zimanê kurdî nîne û ji xwe ne mimkun e ku pê zimanê kurdî dersa fîzîk û kimya û nizanim çi bê dayîn heçiyê dixwaze bi kurdî van dersan bixwîne dikare here kuzey irakÊ yanî başûrê kurdistanê'' gotiye yên ku dixwazin ji çol û beyar û beyaban û stepên asyaya navîn bên û niştecihên ESLÎ Û ESASÎ YÊN VÊ XAKA QEDÎM BICIH BIHÊLIN Û BIQEWIRÎNIN XEWN Û XEYALAN DIBÎNIN Û EV XEWN Û XEYALÊN WAN JÎ WÊ LI WAN BIHERIME Û WÊ BIBE JEHR Û PÊMERIN Û WÊ DI GEWRIYA WAN ASÊ BIMÎNE..



19.09.2013 04:31 | endazer

1. nivîskar û siyasetmedarê kurd.. di 11ê îlona 1958an de li êlihê xwudê daye.. lê bi eslê xwe ji mêrdînê ye malbata wî hê di sala 1840an de ji ber dozeka xwîndarî an mêrkuştinê gundê xwe bicih dihêle û li estel-midyad a navçeya mêrînê bicih dibe.. paşê bavpîrê altan tan hacı yusuf tan di sala 1948an de estelê jî bicih dihêle birrek ji malbatê diçe amedê û li wir bicih dibe û birrek ji malbatê jî bar dike stembol..

Perwerdahiya xwe ya yekem û navîn li Amed'ê diqedîne. Di sala 1976'an de ji koleja maarîf ya amedê (bnr: diyarbakır maarif koleji), di sala 1981'an de jî ji Fakûlteya Avayî ya Akademiya Endezyariya Dewletê ya Enqere perwende dibe.

Bavê wî bedii tan li girtîgeha amedê di encama cizaretê de tê kuştin. Di encama hewldanên Tan, kuştina bavê wî ya encama cizaretê tê îspatkirin û dîzdarê heyamê bi bernavk (leqep) gestapo bi 7 sal sizayê hebsê tê mehkûmkirin.

Tan, di navbera salên 1984-85 an de alîkariya şaredarê keçîörenê melih gökcekê ku ji Partiya anavatanê bû dike, lê belê pişt re, heft û çarik meh şûn da dev ji vî karî berdide. Di sala 1987'an de beşdarê Partiya Refahê dibe, di partiyê da erka mufetîşê rojhelatabaşurê hildide ser milê xwe. Lê belê di hemû wext û mesaiya xwe ya di partiyê de pirranî helwestek muxalîf nîşan dide. Piştî tifaqa RP û MHP yê di hilbijartînên giştî yên 1991'an de ji vê partiyê jî vediqete. Pişt re bi ali bulaç, yalçın akdoğan û (Mehmet Metiner)î re du kovarên bi nav sözleşme û yeni zemin derdixe. Di tevgera aydin menderesî de erka Alîkariya Serokê Giştî werdigire. Di navbera salên 2000-2002an jî di hadepê de endamê dîwana partiyê dike û xebatên xwe yên siyasî dimeşÎne.

Gelek hevpeyvîn û nivîsên Tan'î di serî da li kovar û rojnameyên bi nav girişim, yeni zemin, sözleşme, zaman, yeni Şafak, demokrasi û tarafê û di kovar û rojnameyên din da hatine weşandin. Niha jî di rojnameya Özgün duruşê de nivîskariyê dike. Ser mijarên pirsgirêka Kurd de xwedî analîz û agahiyên girîng e.

Herwiha, endamê daîmî yê kongreya civaka demokratîk (KCD) e û di vî warî de rolekî girîng dilîze. Di heyamên dawîn nivîsên wî yên li ser pirsgireka Kurd de di rojname û kovarên muxtelîf de tên weşandin û belavkirin. Herî dawî, di hilbijartinên giştî yên 2011ê de bi piştgiriya bloka ked, demokrasî û azadiyê ji amedê wek parlementer hate destnîşankirin û hate hilbijartin. Tan, zewicî ye û bavê şeş zarokan e. Tan, zimanên kurdî, Îngîlîzî, erebî û tirkî dizane.



21.07.2013 04:43 | endazer