Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tiştên ku dema cizîr tê gotin tên bîra mirov] de;

2. (bnr: çarik) belê hê jî li cizîrê gelek keç û jin çarikê ku bi tirkî jê re kara çarşaf tê gotin li xwe dikin.. lê ya ecêb ew e ku piraniya van keç û jinan ne ji ber ayeta tesettûrê ya di quranê de yanî ne ji ber hesasiyetên xwe yên dînî lê ji ber ku di nav xelkdê de bûye edet û dema ku li nava sûkê digerin liqayî kesekî nas neyên werdgirin.. berî çend salan havînê evan torinan bi xwe re sîwan jî digerandin ji bo tîrêjên tûj û dijwar ên tavê xwe biparêzin..



20.07.2013 23:04 | endazer

1. tiştên ku cara pêşîn dema ez navê cizîrê didim ber bîra xwe ev in: melayê cizîrî, mem û zîn, nuh nebî, çiyayê cûdî, bedirxanî, bedirxan paşa, celadet elî bedirxan, kamuran elî bedirxan, (mîqdat bedirxan), (rojnameya kurdistanê), hawar, ronahî, şetê cizîrê, êzdînşêr beg, ez xelef im, meyîr, dolme an bi qewlê bajariyan eprax, bajarî, koçer, teyan, kiçan, gundî, çiyayî, deştî, dortyol an bi navê xwe yê kevn ê kurmancî çaryan, şêx seyda, îsmaÎl ebul îz el cezerî, newroza 92ê, bêrîvan, bêhna neftê, qapî anku bi navê xwe yê din dergehê sînor ê xabûr, özlem cizre nuh turizm, û hê û hê..



20.07.2013 22:58 | endazer