9. rojnamegerê kurd yê ji agiriyê û bi ser cemaeta fethullah gülenÎ ve faruk mercan jî yek ji van kesan e.. belê fermo ji devê wî bi xwe guhdarî bikin: têbînî û daxwazî: axaftinên di vîdeoyê de bi tirkî ne mixabin ji ber ku wextê min nîne ez nikarim wergerînim eger camêrek xêrxwaz bikaribe şitexaliyên di vîdeoyê de deşîfre bike û wergerîne kurdî ez ê jê re minêkar bim.. |
|
19.07.2013 18:39 |
endazer
|
6. wekê çend peyvên din yên wekê (bnr: qaçaxçî), (bnr: henekçî) evê peyvê jî qertafa xweyaniyê ya zimanê tirkî -ci, -cu wergirtiye û ji xwarinekî dageraye û bûye nav û nasnav ji bo ew kesên ku vê xwarinê çê dikin an hej vê xwarinê dikin.. ji abo alternatîfên xwerû kurdî yên vê peyvê (bnr: tirşikvan), (bnr: tirşikpêj), (bnr: tirşikfiroş), (bnr: tirşikdar), (bnr: tirşikger).. * |
|
05.06.2013 16:45 |
endazer
|
3. kesê ku pozê xwe di nêv her kar û barekî re dike.. ev kes wekê mirîşkan çi bê û bikeve ber devên wan tev didin û bêhneka nexweş li derûdora xwe belav dikin.. |
|
02.06.2013 17:23 |
endazer
|
2. kesê ku gelekî hej xwarina tirşikê dike.. |
|
02.06.2013 17:19 |
endazer
|