16. ji albûma wî ya vê dawiyê ya bi navê xoza bi navê adirê zerra ma (agirê dilê min) stranek heye ku erkan oğurê cinnetî jî bi gîtara xwe ya bêperde hevaliyê pê re dike, mirov ji guhdarîkirinê têr nabe.. ji bo vê stranê vîdeoklîbeke xweş jî çêkirine, stran jî gotinên stranê jî vîdeoklîb jî erkan oğur jî, mîkaîl aslan jî paşvokala jin a ku navê wê nizanim jî tê bêjî qey vê stranê bistirên hatine dinyayê.. 'adırê zerrê ma, êndi têv madê barsê pêtaga ma, qurdi mekerê adırê zerrê ma, êndi têv madê barsê pêtaga ma, qurdi mekerê warway şiyu Koyê Duzgıni kaleka jiyare de qısleyi dewa Kalmemi u Kureşi mı ebı çıla sayekerd hêga u mergi budela fetelino ebı kurasê şayi dewa Kalmemi u Khureşi adırê zerrê ma, êndi têv madê barsê pêtaga ma, qurdi mekerê Gola Çetu vana, "şiya wê çıla ma bıxuse çemê ma, vengê to kami bırna Gola Çetu vana, "şiya wê çıla ma bıxuse çemê ma, vengê to kami bırna hela berê no çı kewrano verê Kanu de çem gureto ostorê budelayi cıra remeno budela vano "lalawo persmekerê ma herdê xo roto medağê çemi weme vereniya çemi gureta awe kerde lêle qıler u qertisê ma veciyo gılê dareé Gola Çetu vana, "şiya wê çıla ma bıxuse çemê ma, vengê to kami bırna adırê zerrê ma, êndi têv madê barsê pêtaga ma, qurdi mekerê adırê zerrê ma, êndi têv madê barsê pêtaga ma, qurdi mekerê adırê zerrê ma, êndi têv madê barsê pêtaga ma, qurdi mekerê' gotin û mûzîk: mîkaîl aslan |
|
23.05.2014 12:04 |
endazer
|
14. stranbêj û mûzîsyenê ku li ser hesabê xwe yê facebookê daxwuyaniyek wiha daye: https://www.facebook.com/mikailaslanofficial/posts/629362960433728 |
|
19.02.2014 02:32 |
endazer
|
8. di albûma xwe ya dawîn ya bi navê xoza de bi strana çu çem e ji milkê dil baqek silavên kurdistanî li dengê xwe kiriye û verê kiriye ji bo feqîr xidir û tehsîn xidir.. feqîr xidir û tehsîn xidir: vîdyoyê veke |
|
28.09.2013 11:24 |
endazer
|
6. li gorî nûçeyeka rojnameya rûdawê albûma xwe ya heftemîn ya bi navê xozayê derxistiye.. |
|
23.07.2013 02:17 |
endazer
|
3. stranbêjek kurd û dimilk.. herwiha stranbêjek kurdistanî û welatparêz.. wekê çend stranbêjên din ên bi dimilkî distirên bi vir û xefk û xapên dijmin û xêrnexwazên kurd û kurdistanê nexapiyaye û naxape.. bi piranî stranên ji derûdora dêrsimê yên li ser zar û zimanê xelkê lê nehatîn tomarkirin berhev dike û di albûmên xwe de distire.. demekî bi stranbêjê tirk erkan oğur re bi ser navê çeşmê dil yanî çavê dil li bajarên muxtelîf yên li bakurê kurdistanê û li tirkiyeyê û li çend welatên awropayê rêzekonsertnin li dar xistibûn û li çend bajarên tirkiyeyê liqayî bertek û êrîşên faşîst hatibûn.. piraniya xelkê ji mûzîka wî ne agahdar bin jî strana wî ya bi navê elqajiyê seh kirine û jê agahdar in.. piştî mîkaîl aslan çend stranbêjên tirk jî zimanê xwe li vê strana diltezîn gerandin û gotin.. heta niha ez ne şaş bim çar albûmên wî derketine: |
|
19.07.2013 17:43 |
endazer
|