Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bêr] de;

4. peyv û pirtikeke pirwate û pirarmanc e..

- pêşî, pêşber, miqabil, hember, qarşî.. wek; li ber malê

- sing, memik, pêsîr, çîçik.. wek; sing û ber wek penîrê terr.

- kevir, kuç..wek; ?

- rû, serûçav, dêm.. wek; berê xwe da min (li min nêrî)

- dev, derî.. wek; berê tifingê da min (cihê fîşeng jê derdikevin bi nik min ve kir)

- berhem, deramet, mehsûl, dahat.. wek; îsal zeviyên me bêber in, an; ev axa hişk û hola kêmber e.

- hêj ku tiştek nebûye (hoker).. wek; berî te, ew jî li vir bû.

- demek pêşiya niha (hoker).. wek; berê hemû der çol û beyar bû.

- ber bi.. de/ve (hoker).. wek; ez ber bi wê ve diçûm, lê wê haj min nebû.



09.09.2015 23:23 | endazer