Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [ferhenga şikestî] de;

142. gava dî xebera min jê çêbû ku îşev daweta wî ye, ser xêrê be, bi dilek xweşî be, ew û hevala xwe li hevdu pîroz û bimbarik bin, aqûbet li serê nivîskarên din ên azeb û berzewac ;)



24.09.2016 22:48 | endazer

78. roj bi roj kurmanciya wî xweştir dibe, di tirşikê de kêm nivîskar hene bi qasê wî bikaribin kurmancî bi vî miqamî bi hostayî bikar bînin.. ji bo yekî bi eslê xwe zaza ev asta kurmancî ez dibêjim qey hebe nebe mûcîzeya tirşikê ye.. * lê peyamên xwe biçekî zêde dirêj dinivîse û di nav hevokên xwe de zêde peyvên sinonîm bikar tîne, ev yek jî xwendinê biçekî zehmet dike..

û û û ev çi qas bû ji bo karakterê ''meriç'' yê tirk ku li ser sosyal medyayê têra xwe meşhûr e, di kurdî û tirşikê de ez li navekî digerim, dilê min li ser ''nazim'' hebû, lê bi nazim bi mijara keçên kurd yên têgîna azadiyê xelet fêhm dikin, xwe jê xilas kir, ez ditirsim ku ev îhale li ser te bimîne.. *



10.04.2015 23:34 | endazer

5. barekellah.. her nivîseka wî di tam û dirêjaya meqalatekî de ye û vêca bi ser de jî bi kurmanciyeke xweş û rewan ji şîr û şekirîn.. li ser her mijareka ku lê dinivîse tesbît Û analîzn objektÎv û ji nava dil.. hêvî dikim ku nivîskarên wiha ji bo kurdan û ziman û welatê kurdan xeman dixwin li tirşikê zêdetir bibin..



25.01.2014 16:30 | endazer

1. nivîskarekê tirşikê ye.. ji ber ku di derbaRÊ XWE DE Tiştek nenivîsandiye an bi qewlê jargona tirşikê nivîskar profîla xwe rojane nekiriye heta niha tenê li gorî peyamên di tirşikê de bi ser navê xwe koçankirîn em dkarin biaxivin.. di demeke kin de zêdetirî 20 peyam nivîsandiye.. û tu kesî bi ser navê konseya rêveber ya tirşikê nehatiye û xêrhatin lê nekiriye..

li gorî agahdariyên pêşîn yên ku îstîxbarata tirşikê ji hevkarê tirşikê mark zuckerberg bidest xistine, camêr ji amedê ye û xwediyê qurm û gurzê simbêlan e..



05.12.2013 04:50 | endazer