Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [sedan sal e] de;

1. yek ji xweştirîn helbesta evdila peşêw e.. min go helbest lê ne helbest e ev helwestek e, daxwuyaniyek e, hişyarbûn û hişyarkirinek e, tevzînekek e, velerzînek e, erdhêjek e, teqînek e, qaj û qêrînek e, meydanxwestinek e, tehdîdek e, êrîşek e, kitnemînek e..



Sedan sal e

Di mala xwe yî wêran de

Ez pisîka kor î kuncikê midbexa siltan im

Sedan sal e

Hewş û ber hewşa min vala ye

Li ber deriyê dizên xwe pasewan im.

Sedan sal e

Weke çengek dan

Aşê dîrokê ez avêtime

Her çar dorê'm qulên gêrika ne û

Mûrî dev dane nava min

Sedan sal e

Tasa serê'm minare ye

Kî tê û dengê xwe tê de hildide

Sedan sal e

Niştimana min nêrgele ye

Kî tê li devê xwe digire

Sedan sal e

Li ber derê tekiya dinê

Cotek solên bipîne me

Kî min li xwe dike

Ji bo wî me

Sedan sal e

Piştî terîşekê

Têm avêtin

Sedan sal e

Piştî pînekê

Min li xwe dikin



Ez pişteke birîndar im

Li ber qamçiyê xwe rabûme

Ez lehiyek bêxuy im

Li ber keviyan rabûme

Ku dor li min teng kirine



Ez danaynim!

Careke din ranazim ez



Bê aram im

Arama min çirayek bû

Bareşê dora min

Xwîna wê rijand



Bê rehm im

Rehma min deryayek bû

Bi yek bêhnê vexwarin ew



Ez danaynim

Careke din ranazim ez



Ku ez dan bim

Kanî îmkan?



An ez an mûrî!



Ku ez xwîn bim

Kanî îmkan?



An ez an zîlo!



Xayîn in ewên dibêjin

"Dan û mûrî birayên hev in“



Xayîn in ewên dibêjin

"Xwîn û zîlo birayên hev in“



Xayîn in ewên dibêjin

"Masî û çengel

Dest û derzî

Werîs û gerden

Dûzan û mû birayên hev in“



Werin xelkno!

Ji nêçîr û birînê bipirsin

Bêjin Xwedêkî

Xencer heye birîn derman bike?

Nêçîrvan heye, nêçîr nexwe?



De xelkno!

Ji kayê bipirsin

Tu car agirê sar dîtiye?

Ji hêlîna teyr bipirsin

Bi niyeta maçê tu car mar devê xwe kiriye wê?

De ji dara berrû bipirsin

Bivir dîtiye darbirr nebe?

De ji kerekê jî bipirsin

Gur dîtiye kerxwur nebe?



Xayîn in ewên dibêjin

"Marê şîrînjahr jî heye"

Xayîn in ewên dibêjin

"Bivrê birê dar jî heye"







Ez pişteke birîndar im

Li ber qamçiyê xwe rabûme

Ez lehiyek bêxuy im

Li ber keviyan rabûme

Ku dor li min teng kirine

Ez danaynim!

Careke din ranazim ez



24.09.2014 05:29 | endazer