Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tiralî] de;

1. ya ku bi hatina payîzê re ez kirime êsîrê xwe..

nizanim çima, lê ev ji hefteyekî zêdetir e bi xwe re nabînim tiştekî bikim.. karekê wergerê heye ku divê heta bîstê vê mehê yanî îro temam û teslÎm bikim, îşê çend saetekî maye lê tu wê bêjî qey îradeya min ne di destê min de ye, dikim û nakim laşê min nakeve îş.. dîsa ji 3 hefteyan zêdetir e, projeyeka çewlÎkekî li ber destê min e, hema bêje her roj li min digerin û pirsa projeyê ji min dikin, ez jî her roj hêncetekî dibînim û çend rojekî paşde didim.. nizanim dermanê vê belayê heye an na, ya rastÎ ji halê xwe razî me, lê zanim bi vî awayî naqede û naçe serî.. carina ji xwe re dibêjim wekê vê karÎkatûrê* gelo rabim û bi navê ''dînê tiraliyê (wek trollî jî hûn karin bixwÎnin) cemaetekî damezrînim, paşê ji xwe re dibêjim rûne ser dûvê xwe..

ew lÎnka li jêr:

http://media-cache-ak0.pinimg.com/736x/6a/e8/82/6ae882e4472df6395f1d6d03aeebdebc.jpg



diyalog/pimpimokên karîkatûrê:



zilamê rÛniştî û paldayî: bi navê dÎnê tiraliyê min dînek çêkir lê xêre nakim belav bikim

zilamê ji piya: rûnê ser dûvê xwe.



20.09.2014 05:18 | endazer