Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kirînên ji înternetê] de;

2. min perwaneyeka erdê kirîbû berî du meha filan li ser internetê, bi marqeya raks, tê bîra min markeya perwaneya me ya berê ya li gund jî raks bû belkî ji ber wê.. perwaneyeke baş dixweya, kumandaya wê hebû, te av dikirê û dilxwede ew av dikir hewaya hênik û pif dikir te, hewaya li odê îyonîze dikir, filan behsa gelek taybetmendiyên bikêrhatî dihate kirin, min ji çend forumên li ser înternetê jî xwend xelkê pesnê wê dida.. neyse min kirî, du sê rojan min şixuland tu ferqa wê û perwaneyên normal ên li piyasê ku hewaya li odê li odeyê digerîne tunebû.. min perwane 210 lîreyan kirîbû û perwaneyên din ên ji rêzê 40-50 lÎreyê bûn.. yanî haşayî hizurê singek mezin di min re kiribûn.. piştÎ du sê rojan bû eyd û ez ji bo eydê çûm cizîrê deh rojekî li cizîrê mam, normalde tişta ku te ji înternetê kiriye heta 15 rojan heger tu zirar lê çênebûbe tu karî vegerînî.. axirê tam roja 16ê min ji şîrketa ku min perwane jê kiriye peyamek şand û min go randimana ku min ji perwaneyê hêvî dikir min nestand ez dixwazim perwaneyê vegerînim ka ez çawa bikim.. hefteyek di ser re bihurî kesî bersiv neda, axirê min telefonî raksê û hem jî telefonî şîrketa ku ji ser înternetê min perwane jê kirî, kir, şîrketê go 15 roj heqê te hene piştî 15 rojan em nikarin tiştekî bikin filan ji ber wê me bersiv nedaye peyama te, raksê jî go me eleqedar nake, te ji kê kiriye here gilî û gazindê xwe li wir bike.. axirê ez aciz bûm cardî li şîrketê geriham min go, min ji hevalekî hiquqzan pirsiye gotiye rojên tehtîlê û eyd ne di nav van 15 rojan de ne, yanî heqê te heye, tu perwaneyê vegerÎnî, (ya rast min ji tu kesî nepirsîbû hê jî nizanim gelo tişteke welê heye an na * ) neyse şîrketê go em ê li hiquqzanên şîrketê bişêwirin û bersivekî bidin te.. tam wê rojê hevalek hat cem min û dilê wî ket perwaneyê, go tu nafiroşÎ min, min go belê, axirê min perwane firot 180 lîreyan, ji xwe min li şÎrketê vegerandibûya jî nêzikê 40-50 lîreya heqê kargoyê wê ji kîsê min çûbûya..

ji xwe şÎrketê careke dî banekir min..



30.08.2014 20:10 | endazer