Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pêşin vê bixwine] de;

19. di qutiya ku dikeve di navbera hilbijêrkên ''panel'' û ''bîne''yê de mijar an sernavên ku hûn dixwazin vekin binivîsin.. eger mijara ku hûn lê digerin hatibe vekirin ji xwe ne mimkun e ku bi heman navî mijareke din bête vekirin bes hûn dikarin di bin mijara vebûyî de peyaman binivîsin lê ku venebûbe wê peyamek wek ''mijareke wisa yeqîn bike tune'' derkeve pêşberî we û di bin vê hişyariyê de jî hilbijêrkek wek ''ê wekê tune, xêra xwe hema ez vekim'' derkeve pêl wê hilbijêrkê bikin û di qutiya derkeve pêşiya we de peyama xwe binivîsin.. paşê eger peyam ne bi dilê we be ji xwe hûn dikarin jê bibin an sererast bikin.. di mesela rêziman û rastnivîsê de jî zêde xeman nexwin ji xwe rêveberên tirşikê heta ku ji destê wan tê şaşî û kêmasiyên rêzimanî û yên rastnivîsê yên di mijar û peyaman de sererast dikin..



20.07.2013 17:57 | endazer

17. mala xwudê hezar carî ava ku êdî ew çend peyvên bi tirkî jî ji bin banê vê mijara sereta hatine hilanîn.. tilîlîlîlî*



14.07.2013 15:58 | endazer

15. her ku ez vê nivîsa bi tirkî ya önce bunu oku ya bi rengê sor dibînim bindestiya min tê bîra min..



05.07.2013 16:47 | endazer