Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [kampanyaya rakirina zayendên zimanê kurdî] de;

21. kampanyayeka beredayî ye..

ji xwe ya ku kurdî karakterîze dike û ji zimanên din ên cîranan vediqetîne ev taybetmendiya wê ye..

ha hûn bêjin bi vî awayî hînkirin û hînbûna zimanê kurdî biçekî zehmet e, rast e lê, zehmetiyên bi vî awayî di her zimanekî de hene, ji bo nimûne di îngîlîzî de lêkerên regular û irregular hene û ev yek hînbûna îngîlîzî zortir dike, ka we dîtiye ku îngîlîzekî rabûye û gotiye, mala van feqîran bi jiberkirina lêkerên regular û irreglar ve çû mîratê, ka em vê lêkerên irregular ji nav zimanê xwe rakin û lêkrên xwe standartîze bikin..

bi tirkî ji bo tiştên wiha pûç û beredayî dibêjin deli saçması, bi kurt û kurmancî mirov çi jê re dibêje,an mirov dikare çi jê re bêje nizanim..



13.02.2014 05:10 | endazer

11. (bnr: di tirshikee de chanda liincee)



16.07.2013 17:26 | endazer

8. yanî çi? yani quzzilqurt.. zimannasên me ew qas xemxwarên zimên bin bila herin li gund û zozanên kurdistanê bigerin û peyv û biwêj Û gotinên pêşiyan û çîrok û stranên ku li ber wendabûnê ne û li tu derekî nehatine qeydkirin berhev bikin.. zimanê kurdî ji xwe têra xwe hêsan e biçekî din hêsantir bibe êdî kes qîma xwe pê nayîne û pê naaxive..*



16.07.2013 16:43 | endazer