Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [tu ji ku derê yî] de;

14. rojekî li stembolê, li ber avahiya vîtra seramîkê, li ber kulûbeya ewlekariyê, li hêviya hatina endazyarê mekanîkê yê şîrketê bûm, de bê û deftera min a stajê îmze bike.. neyse ez û ewlekarê li ber kulûbeyê disekinî ketin nav sohbeteke beredayî de.. axirê dor hat ser bajarê ku ez jê.. go tu ji kû yî, min go cizîrî me, (erê li her derî dema tê pirsÎn dibêjim cizîrî me, nabêjim şirnexî me..) şaşûmaşo bû go henekan dikî, min go erê, kêfa wî xweş bû, paşê dîsa go tu ji kû bûyî, min dîsa go cizîrî me, go ka dev ji henekan berde, min go temam.. axirê dîsa em qederekî şitexilîn, bajarê ku ez jê di dilê feqîro de bibû kul.. dîsa go ka te nego tu ji kûyî, îcarî min rasterê jê re go bêyî henek ez cizîrî me yanî şirnexî.. feqîro bizdaha.. go tu hîç naşibî şirnexiyan.. min go te heta niha çend şirnexî dîtine, ma stirh û qiloçê şirnexiyan hene filan.. camêr çend deqeyekî ji hiş ket, ziman lê negeriha, paşê zÎq li min nêrî, go ez bawer nakim, li vir kes îmzeyê bavêje deftera te.. neyse çend deqîqe di ser re nebihurîn endazyarê mekanÎkê yê şîrketê yê ku ez li hêviyê hat (bi xwe bavê hevalê min ê lîseyê bû, ne kurd bû, lê yekî gelek camêr bû) axirê çawa hat, me silav û çaxerê li hev da, em çûn rûyê hev û milê hev (di ferhenga cizîriyan de hev maçkirin û hembêzkirin) filan.. feqîrê li ber kulûbeyê jî di cihê xwe de sekinî nekarî bêje him û nekarî bêje gim..



06.06.2014 00:13 | endazer

8. - tu ji kû yî?

- ji cizîrê me?

- tu li cizîrê yörükan nas dikî?

- erê di dersxaneyê de çend hevalên min ên ji malbata yörükan hebûn.

- wextekî me li gel yörükan gelek îş dikir.

- wa?

- malbateke heta tu bêjî camêr in.

- hee.

- ê de bi xatirê te nexwe..

- pêl çavê min bikî, herî!



21.10.2013 19:29 | endazer

3. dîsa li deverinan bêyî ku peyva derê tevli pirsa xwe bikin rasterast wek (bnr: tu ji kû yî) jî tê pirsîn.. canik û camêrnên nû fêrî kurdî bûyîn û berê xwe nû ji tirkî badayîn carna wek (bnr: memleketê te kû der e) jî dipirsin ya di dilê xwe de.. niha em kurd piştî ku bi mÎrata modernîte û bajarvaniyê ve bûn nas û niyas û kêm zêde nifş û jenerasyonek bajarî ji nav me jî derket êdî pirsa (bnr: tu ji kû bajarî yî) jî tê kirin.. û kul û mereqên dil bi vî rengî tên derbirrîn..



15.07.2013 15:00 | endazer

2. pirsa ku li cizîrê wek (bnr: tu ji kû dê yî) tê kirin.. bipirÎ eger ji bajareke banî ve be yanî ji bajar û metropoleka tirkan be ew kes meqbûl û xudan qedr e li ber dilê malbatên kurd lê ku kurd be û ji bajareke cîran be cihê wî/wê li ber sifikê jî danaynin ji ber ku (bnr: giyayê hewşê tehl e)..



15.07.2013 14:55 | endazer