Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [oxilme] de;

1. Ev peyv jî li ber windabûnê ye. Wateya wê “civîn”, “kom bûn” û “rêzbûn”e. Berê dema leşkeran diavête ser gundan û ji gundiyan dixwestin ku li derekê kom bibin û rêz bibin, wê demê gundiyan di nav xwe de holê digotin: “Oxilme heye, oxilme…” Ev peyva hanê di dîwana Mewlana Şêx Ehmedê Cizîrî de jî bi heman wateyê derbas dibe.



“Kî dizanit min ji rimbazan dema oxilme tên

Têne dil sed rim ji wan û sîne tênê sed cerîd”



Yanî Dema rimavêj xwe dikin rêz û bi sedan riman diavêjin dilê min û singê min jî ji wan riman re bûbe armanc yê rewşa min ya hingê bizane kî ye?



15.07.2013 05:11 | endazer