Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [big chefs amed] de;

4. yekî li ser facebookê hevala min ku di şaredariya amedê de dişixule, ewil li ser hesabê xwe yê facebookê nûçeya vekirina vê cafeyê parve kiribû, paşê çawa nvîsa özgür amed ya derheqê vê cafeyê de, li ser netê belav û popûler bû û wek nêrîna resmî ya partiyê derheqê vê cafeyê de hat qebûlkirin, min dît yê nûçeya berê parve kirî jê biriye û ev nivîs parve kiriye, û ser lînka nivîsê jî tişteke wiha nivîsîbû; ''nihayet amedin sosyo-politik habitatına bir hançer gibi saplanan.. '' filan.. *



25.06.2014 02:58 | endazer

3. ya ecêb yên ku heta êvarî ji deverên wek kahve dünyası û mado û xana zêlûyan dernakevin piştî nivîsa özgür amed ya derheqê vê cafeyê de, li vê derê hatine xezebê.. kurdên bakur êdî bûne paranoyak, bi siyasetên çewt û çelexwehrî kutane kod û karakterê kurdên bakur.. tu herî li ser flash tvyê heta êvarî kolbastiyê bileyîzî,kes dengê xwe nake lê tu herî li ser dünya tvyê behsa zimanê kurdî bikî tu dibî xayîn û cemaatçî, çima ji ber ku partiyê gotiye heçiyê derkeve ser dünya tvyê xayîn û cemaatçî ye, dîsa li gorî heman mantiqê tu herî heta êvarî li xana zêlûyan, li madoyê, li kahve dünyasıyê bixwî û vexwî kes dengê xwe nake, lê tu herî big chefs amedê avekî vexwî wê li te bên lînc û xezebê, çima ji ber ku yek ji qelemşorên ciwan ên partiyê özgür amed di nivîseka xwe de gotiye, ev der ji bo ruh û demografiya fîsqayayê ya kurd û serhildêr bişikîne hatiye vekirin.. ê ka hûn bêjin ev ne mûrîdî ye lê nexwe çi ye?



25.06.2014 02:47 | endazer