Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [xana hesenpaşa] de;

3. (bnr: mêvaniya li bajarê amedê)



06.06.2014 15:30 | endazer

1. li amedê navê xan-cafeyekî ye.. bi tirkÎ jê re dibêjin hasanpaşa hanı li ser cadeya gaziyê, li pêşberî mizgefta mezin e.. di biniya xanê de bi navê pirtûkfiroşiya ensarê pirtûkfiroşek têra xwe mezin û dewlemend heye.. xan li ser du qeta ye.. qeta ewil ango qeta li ser zemÎnê bi piranî dikanên diyarîfiroşiyê ne û li ser qeta didoyê jî dikanên ku lê taştê û çay û qehwe û nargîle filan tên firotin hene.. xan wekê daîreyekî çarnikar dorpêçkirî ye, li nava xanê hewşek heye û li vê hewşê jî cihê rûnitşin vêsa xwe dan û westa xwe berdanê heye..

dema mirov têdikeve xanê li herdu aliyên xanê jî cihê xwarin û vexwarinê yanî luqente hene, xwarian wan nayê xwarin û zehf buha ne, piştî mirov xwe ji destê dellalên luqenteyan xilas dike, şalpiroşek derdikeve pêşberî mirov, şalên spehî û erzan lê hene mirov dikare jê bikire..



06.06.2014 14:00 | endazer