Tirşik - Profîl
tirşik-profîla endazer

profîla "endazer"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [dr. cemşîd bedirxan] de;

2. çend bîranînên cihê giriyê kêfxweşî û serbilindiyê;



''Di van heyaman de çend malperên Kurdan behsa jîyana Prens Cemşîd Bedirxan dikin. Min got bila Lotikxane jî jê bêpar nemîne. Ji berku min û Prens Cemşîd Bedirxan gelek rojên xweş bi hev re derbaz kirine û çend serpêhatîyên me bi hev re hene, ezê wan bi xwendevanên Lotikxanê re parve kim da ku Kurdên me ne tenê welatparêzî, herweha nefsbiçûkîtî û camêrîya wî jî nas bikin û tiştên me bi hev re derbaskirî bi min re neçin gorê.



Birastî kek Cemşîd prens bû. Lê wek prensan tev nedigeriya. Sal 1972, ez bi karkerî hatibûm Almanya. Li herêmek navbera fabrîqa Ford ê û Longerîchê dimam. Prens Cemşîd Bedirxan jî di nexweşxana Longerîchê de doktorî dikir. Malbata wî li Berlînê dima. Di wan salan de ji Kurdistana bakur pir kes bi karkerî dihatin bajarê Kolnê. Piranîya wan jî dihatin fabrîqa Ford ê. Prens Cemşîd jî her qefîla hatiba diçû wê hayîma ez lê dimam, pisr dikir ka di nav wan de Kurd hene an ne.



Ew du hefte bû ez hatibûm Almanya. Prens Cemşîd ji ber ku Tirkî zanîbû, ji kesên ber derî rûniştî dipirse: “Di nav we de Kurd hene?”



Ew jî sererast tînin oda me. Kete hindur, silav da, me silav jê wergirt û ji ber ve rabûn. Destê xwe da me û got: “Ez Cemşîd Bedirxan”. Me jî xwe pê da naskirin, cih nîşan da û rûnişt. Got: “Hûn ji kîjan bajarî nê?” Min got: “Ez ji Hekarîya me û hevalê min ji Sêrtî (Xerzî) ye” .



Li ser vê gotinê, hema rabû pîyan, em himbêz kirin û ji kêfan re hew nemabû bifirîya û got: “Ez jî Cizîrî me“.



Me çayek çêkir, bi hev re vexwar û ketin sohbetê.



Prens Cemşîd Kurdîyek gelek fesîh diaxivî. Mirovek axaftin nerm, kubar, rûken û nefsbiçûk bû. Ya rastî, min heta îro jî çi kesên wek wî nefsbiçûk nedîtine. Ji wê rojê pêde dama kêysa xwe dîtiba dihat serdana me. Di wan deman de xwarinxanên bîyanîyan tunebûn. Wî gelek bêrîya xwarinên Kurdan kiribû. Ca jixwe di nexweşxanê dima û li wir radiza. Îmkana çêkirina xwarinan jî tunebû. Ji ber ku min di zarotîya xwe de di xwarinxanan de kar kiribû, min karîbû xwarina çêkim. Kêyfa wî gelek ji xwarinên min re dihat. Piştî me xwarin dixwar em li kûsîya wî (WV) suwar dibûn û diçûn bîraxanekê bi hevre bîrayek vedixar.



Di wan deman de min ne dizanî ku ew prens e û nevîyê Mîr Bedirxanê Botan e. Wî jî qet nedigot ez prens im û nevîyê Mir Bedirxanê Botan im. Tenê digot: “Bavê min Celadet Bedirxan elfabeya Kurdî çêkirîye” .



Di wan deman de, di heqê Kurdayetîyê de çi zanebûna min tunebû. Ne min Mîr Celadet nas dikir ne jî navê wî bihîstibû. Min tenê zanîbû ez Kurd im û hej Tirkan nakim. Di zarotîya xwe, xortanîya xwe û li eskerîyê min û wan tim pevçûn dikir. Li ser wî halî jî ez û prens bibûn wek du bra, heval û pismam. Ca jixwe me navê hev bilêv nedikir û me digote hev pismam.



Rojek ji yên dawîya hefteyê dîsan hate serdana min û got: “Pismam, ew bo çi Tirk Kurdan wek hovan dibînin?”



Min gotê: “Xêr be pismam, ma çi qewimî?”



Ewî got: “Jinek Tirk li nexweşxanê razandine. Ji Tirkî pêve çi zimanan nizane. Kesek Tirkî zanibe jî tune. Serbijîşk gazî min kir û got: ” Ew jinik tiştan dibêje lê em tênagehin. Em dibêjîn ew tênagehe. Ka tu hinekî Erebî pêre baxive belkû hûn çend gotinan ji hev fahm bikin”. Min jî gote serbijîşk ez Tirkî jî dizanim. Axir em çûn, jinik li ser piştê raketibû. Min bi Tirkî jêre got: “Ez çawa dikarim ji tere bibim alîkar?” Wê got: “Sen Turmusun?” (Ma tu Tirk î). Min got ben Kurd um ( Ez Kurd im). Jinikê xwe rimekê biling kir û herdu destên xwe berbi min ve rakirin,wek mirov hirçekî bibîne û xwe biparêze qîriya û got: “ Yapma hahooo!” Bijîşkan got çibû çi qewimî, ew çima wusan tirsîya? Min jî got: “Wê ji min pirsî tu Tirk î min jî gotê ez Kurd im wusa kir”. axir min ew îkna kir û pê eleqeder bûm. Paşê min jê pirsî tu çima tirsîyayî? Wê got: “Min wusa zanîbû Kurd nikarin bibin doxtor, hemî qatil, mêrkuj û êşqîya ne”.

Êvarekê ez, Prens Cemşîd û hevalê me yê xerzî rehmetî Sadik Ûçar bi hevre digerîyan. Em zêde têhnî bibûn. Di wan deman de wek niho li serê her koşekê Kîosk (dikanên piçûk) tunebûn ku em tiştekî bikirin û vexwin. Bîraxanek li miqabilê me bû. Me biryar da ku em li wir tiştekî vexwin.



Min û Prens Cemşîd bîra, kek Sadik jî kola xwest. Min jî bi bîrayê re pir cigare dikêşa. Di wan deman de cigarên HB û Ernte pir bi nav û deng bûn. Hinek ji pakêtê wan pahn û pir xweşik bûn jêre digotin “ pakêta tolazan“. Min jî ew dikêşan. Bi serhev kêşana cigarê ez hinekî kuxîyam. Prens got: “Pismam, xuya dike cigarê tu aciz kir“.



Me bîra xwe vexwar û em derketin, disa meşîyan û me qala xisarên cigarê kir. Prens got: “Pismam, pispor dibêjin “xisara kaxeza cigarê ji ya tûtinê zêdetire “.



Me Prens Cemşîd danî nexweşxanê û em vegerîyan hayîm ê (avanîya ku berê karkir têde diman). Di navberê de hefteyek borî, êvara înê seet ji 11 an bihurî bû. Em jî nû ketibûn nav nivînan. Yekî li derî xist, kek Sadik derî vekir, me nihêrt Prens Cemşîd bi kincên doxtorîyê kete hundir. Xortek 19- 20 salî pêra ye.



Min got: “Xêrbe bismam, çi hewala teye te nîvê şevê bi ser me de girt?”



Prens: “Min jibo we mêvanek anîye. Ev xort Marokanî ye û ji bajarek din hatîye. Li gel (bi bavê xwe re) bavê xwe rêyan qîr dike. Bavê wî qeza kir û anîn nîk (cem) me. Hevalên wî hemi çûn. Min kir û nekir doxtor û hemşîran ew di nexeşxwanê de nehewandin. Gotin “Gemarî ye, qirêjî ye, pîs e, nikare lêre ( li vir) bimîne û kesek wî nahewîne. Min jî ji wan re got ezê wî bibim cem nasên xwe, ewê wî bihewînin”.



Mejî got: “Tu û mêvan li ser seran û li ser çavan hatin”. Prens got: “Qisûra min nenêrin, ez mecbûrim bizîvirim nexweşxanê.Spêdê seet di navbera 8-9an de ezê bêm wî bibim” û çû.



Lê birastî cilên kar li ser xort bûn, hemî bi qîr bûn, ji bêhna qîrê û qîra bi cilên wî ve li ku biketa reş dikir. Min destek kiras, derpî û pîceme jêre derxist, şanpo û sabûn danî ser. Kek Sadik ew bir serşokê, ez jî çûm midbexê min hêkerûn û çayê çêkir.



Xort spêdê qahwek vexaribû, heta hat nik me tiştek bi devê wî neketibû. Xwarina xwe xwar, min lihêfa xwe raxist erdê, betanîya Sadik girt û xort jî li ser cihê xwe razand.



Spêdê seet 7 an em rabûn me xurînî kir. Min pantor, qutik û gore, kek Sadik jî cotek sol dan xort . Wek ew xort biçe yekî din bê şûnê. Prens dema ew di wî halî de dît gelek pê dilxweş bû û got: “Min jî dixwest wî bibim cilan jê re bikirim. Lê vaye we kirîye”. Piştre Pirens dîsa got: “Pismam, şevê din piştî ez çûm nexweşxanê, doxtor û hemşîre şaş man û gotin çawa dibe nasên te ew kesê hinde gemarî hewandine. Min jî gote wan ku em Kurd in ne Alman in”.



Bû êvar, Prens Cemşîd hat, ji kêfan difirîya, xwe avêt ser stuhê me, em maçî kirin û got: “Pismam, we ez li hember wan prefesor, doxtor û hemşîrên qure gelek mezin kirim. Dema min ew xort bi wan cilên paqij, serşûştî û tiraşkirî bir, hemi behitî man. Xort nasnekirin û gotin “ev nasên te mirovên çawane? Hinde qedir dane mirovê te birî nik wan”. Min jî ji wan re got “ew di Ford ê de karker in. Em Kurd in, mêvan perwer in, çi qîmetê nadin cil û libasan, em insan in û qedirê didin insanan. Li nîk me adet e, em dîyarîyan jî didin mêvanê xwe”. Wan serê xwe danîn ber xwe (tewandin), li ber min wusa piçûk bûnû bûne kêzik . Wan doxtor û profesorên xwe li ber min qure dikirin, îro ku di ber min re derbaz dibûn, xwe ditewandin û bi rûyek ken digotin merheba”.

Wan demên ku ez hatibûm Almanya, ez hêjta ne zewicî bûm û çi têkilêyên min bi jinan re jî çênebibûn.

Lê li Almanya (heta ez zewicîm jî) carnan ew têklî jî çêdibûn. Bi wan têkilîyan ez carekê nexweş ketim. Berê dema ez nexweş diketim, min ji Prens Cemşîd re digot, wî jî dermanin didan min. Lê wê carê rewş cida bû. Ji şerman min nikarîbû ji kesî re bibêjim û ez zêde ditirsîyam. Keyfa min revîya bû û min zehf kîlo jî dabûn.



Prens Cimşît rewşa min fahm kiribû. Wî dizanî hewala min çiye. Rojekê got: “Pismam, çi hewala teye, te gelek kîlo dane. Ma tu derdê xwe bo min nabêjî?”.



Min jî gotê: “Nayê gotin”.



Wî got: “Ez doxtor im tu jî nexweşî. Mirov nexweşîya xwe ji doxtoran naveşêrit û mirov ji doxtoran şerm jî naket”.



Min jî ji wê gotina wî cesaret girt û mesele jêre got.



Prens got: “Were em biçin nexweşxanê oda min, ez te maîne bikim”.



Em çûn nexweşxwanê û di oda wî de rûniştim. Jibo min qahwek anî, hinek dilê min xweş kir û got: “Pismam, ev tiştê te kirî tiştek gelek normal e û biser de jî mihtacî ye. Em li xerîbîyê ne, lêre doxtor jî, derman jî bê pare ne (di wan deman de kesî pare nedidan doxtor û dermanan). Dema mirov nexwş bikevît, hewceye mirov hema biçît xwe nîşa doxtoran bidet. Parê wan hemî ji sîgorta te tê birîn. Ma doxtor û sîgorte jibo ci hene? Dê ka rabe ez te maîne bikim”.



Ez maîne kirim, derzîyek anî û li min xist û bi ken got: “Netirse pismam, kutan ji teeee û qenckirin (xweşkirin) ji min” û pakêtek heban jî da min û got dîsa got: “Min şîv heq kir ne wisa?”

Min got: “Belê. Aha ez neha diçim hazir dikim û li hîvya te me”. Got: “Ezê bêm”.



Ez kêyfande difirîyam, ew tirs û xof ji ser min rabibû. Ez hatim haîmê. Min tirşikek bi goşt, birinc û seletek çêkir. Prens Cemşîd hat û me bi hevre xwar. Lê min hêj jî

şerm dikir û ew jî bi min dikenîya û henek bi min dikirin, dilê min xweş dikir.



Gelî xwendevanên Lotikxanê, aha Prens Cemşîd Bedirxan kesayetîyek hinde qencîxwaz, nefsbiçûk, henekçî, dilnerm, rûken û ji Kurdan hez dikir. Lê qet bi sîyasetê mijûl nedibû. Bibû heval, dost û pismam ê du karkerên belengaz ku haya wan ji dinê tunebû û prensbûna xwe ji wan re negotibû.



Lê mezinahîya wî jî di wê negotinê de veşartî bû. Xudê wî bi beheşta baqî şa bike. ''



http://www.rojevakurd.com/bedirxan/6101-Brannn-min-Prens-DrCemd-Bedirxan.html



01.06.2014 13:18 | endazer

1. kurê Mîr Celadet Alî Bedirxan û şahjina Kurd Rewşen Bedirxana neviyên Mîr Bedirxanê Cizîra Botane. Ew li 09.11.1939 an de li şamê ji dayik bûye. Her wiha ew jî wekî bav û kalên xwe yên piştî Mîrektiya Botan ku hatibûn nefikîrin ji dûrî axa bav û kalan li derveyî welat mezin bûye.

Bedirxan xwendina xwe ya seretayî li şamê qedandiye. Piştî wê li xwendingeha (Brimana) ya li Lubnanê berdawama xwendina xwe ya navendî kiriye û careke din ji bo xwendina dawiya navendî vegeriyaye şamê. Li şamê xwendingeha Emerîkî û Orlhodoxiê de xwendina xwe ya bilind jî qedandiye. Li sala 1958 an de li ser wasiyeta bavê xwe Mîr Celadet Alî Bedirxan ji bo xwendina bizîşkî diçe Elmanya.

Bedirxan 19.09.1975 an de li gel Michtield xanim dizewice û du zarokên wî yên bi navê Curd û Evîn çêdibe. ( Curd û Evîn li Elmanya dijîn. Dr Curd xwendina xwe ya bizîşkî qedand û niha li nexweşxaneyên Elmanya karê bizîşkî dike. Evîn jî li Elmanya xwendina Pedagojî qedand û li wir kar dike. Her wiha ew li gel Jiyan Bedirxan tevlî jiyana hevjîniyê bûye.)

Ew li sala 1959 an de li Elmanya dest bi xwendina bizişkî dike û li sala 1968 an de bi pileyeke baş doktoraya bizişkiyê werdigre. Her wiha li gelek nexweşxaneyên Elmanya û nêzîkî du salan jî li nexweşxaneyên Parisê de karê bizişkiyê dike. Ji bo xizmetkirina gelê Kurdistanê û vekirina nexweşxaneyeke taybetî, li temmuza sala 1970 an de piştî beyana adarê seredana başûrê Kurdistanê dike. Li bajarê Hewlêrê dixwaze nexweşxaneyeke taybet veke. Lê mixabin ji ber astengiyên sîstema hikûmeta wê demê nikare wê daxwaz û projeya xwe bi cîh bike. Li wir neçar dimîne û careke din vedigere Elmanya. Lê dema şoreşê li başûrê Kurdistanê destpêdike. Ew jî rola xwe ya serekî di alîkariyên derman û pêdiviyên tendirustiyê de dibîne û bi vî awayî jî alîkariyeke ber bi çav li tevgera Kurdistanî dike.

Li salên 1985 û 86 an de bi nasnameyeke din û bi naveke din bi awayeke veşartî seredana cîh û ware, bav û kalên xwe Cizira Botanê dike. Li wir nêzîkî du mehan dimîne û bajarê şirnex, herêma Botan û gelek bajarên bakûrê Kurdistanê digere. Her wiha ji bo derfeteke xebatê lêkolîn û hevdîtinan pêk tîne. Lê mixabin li wir jî ji ber bindestiya welat û astengiyên dewleta Tirk nikare li wir zêdetir bimîne û dîsa bi neçarî vedigere Elmanya.

Her wiha Bedirxan bi awayeke kara li damezrandina Komeleya Xwendekarên Kurd (Li şamê) û her wiha komeleya Xwendekarên Kurd li Elmanya û rêxistina Partiya Demokrata Kurdistanê ya şaxê Ewrupa de dibîne. Ji ber rewşeke taybetî dev ji kar û çalakiyên siyasî berdide û êdî zêdetir giringiyê dide karê xwe tenduristiyê. Dr Cemşîd Bedirxan li sala 10.12.1999 li Brezilya yê koça dawî dike û termê wî li bajarê Koblenz a (Elmanya) dispêrin axê.

Dr Cemşîd Bedirxan ji derveyî zimanê Kurdî, zimanên Erebî, Ingilîzî, Fransî, Elmanî, Tirkî û Portogalî bi awayeke baş dizanî



01.06.2014 13:14 | endazer