2. ji qelemên biyanî çend krîtîkên li ser vê fîlmê: |
|
28.10.2013 07:21 |
endazer
|
1. navê fîlma dawîn ya derhênerê kurd hiner salem e.. fîlm wek fîlma western ya kurdî jî tê anonskirin.. di festîvala cannesê de, di kategoriya un certain regard de hatiye nîşandan.. fîlm li dor serpêhatiyên kevnepêşmergeyekî de diherike.. kevnepêşmergeyê bi navê baran piştî ku rejîma seddam têk diçe û hikûmeta herêma kurdistanê ava dibe, dibe polîs û li navçeyeka ku dikeve di navbera sînorên tirkî, îran û iraqê de dest bi wezîfê dike, debara vê navçeyê li ser trafîk û bazirganiya qaçaxçîtiyê ye, baran li gund dil dikeve mamosteya mekteba gund ya bi navê govendê.. filan.. di fîlmê de tevî lîstikvana navdar ya ecem golshifteh farahani, du lîstikvanên ji bakurê kurdistanê korkmaz arslan û suat usta rol standine..ya ji hemûyan ecêbtir bûdçeya fîlmê ye.. eger agahdariyên imdbê yên derbarê fîlmê de rast bin bûdçeya fîlmê €2.600.000 ye.. |
|
28.10.2013 07:12 |
endazer
|