Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cinorek

profîla "cinorek"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mem ararat] de;

47. Ger danasina wî be kirin, dikare li hemû cîhanê navdar bibe. Dengên muzîkên xwe pir baş in. Ez carna li hevalên xwe yên biyanî re muzîkên kurdî le dixim. Herî zêde ji Mem Ararat û Aynur Dogan hez dikin. Stranên mem ger meriv fehm neke jî baş ten gûhdar kirin.



13.02.2024 14:07 | cinorek

41. Helbestvaniya xwe jî pir xweş e. Minakek ji helbestên mem ararat: (bnr: ji êvareke amedê)

Ji êvarekî Amedê gazî dikim nekesekî
Di devê min de gotinên stranekî dişibe ewran
Ji bîra min çûyî lê li ser zimanê min e
Çi bû navê min?
Birînek çavtirsandî me nikarim xwîn bibim
Diteve rasteqînê li kulmika demê
Hêdî hêdî kevirek im li ber vê êvarê
Hemû al ji jor de li min dinêrin
Û li vê neqebê kesên ne kurd hemû tirk in.
Şerm dikim behsa kenê xatûneke bikim
Di bêrîka min de nasnameyek dişibe çêreke negotî
Aş nabe kelajin û hezkirinê
Û li ser kevirê mezelan piste piste pêşerojekî
Gelo dibe ku yê mirî ez bim?
Li êvareke dişibe esrî diponijim
Heyv bi bejnekî bilindtir e ji tavikê
Li deriyê mêrdîn qîzên bisqirhan gûzan belav dikin
Li jêr hişê min fîke fîka bayê
Hemû neqebê şîreta terikandina wî warî dikim
Dema qismet belav bû di xew de bûm
Min çend zivistan qedand bi cilên zarokên xelkê
Û di bêrîka min de nasnameyek xerîbiyê tîne bîra mirov
Ez ne darek kizwanê bim gelo çi me?
Tenêtî sosret e li ber hêt
Li qiraxan ba xwe bi erdê re kaş dike, li ber serê xew herimiyan teqe reqa alavên şikestî
Nizanim kîjan lampe man li ber wê çîrokek nexwilikî
Li kîjan kuncikê toz li ser serê min neket
Ev demek dirêj e xwe ji stranek nas dikim
Navê min ê rastî di şikeftekê de weşartî
Û tehma devê min dişibe hilmek cixareya xwirîniyê parijî
Li êvareke Amedê ez ê ji xwe bikim cilên zarokên xelkê
Aniha li hember xwîşîna şepên
dîyarbekir
Li ber qefika bircan şarekê didurim
Ji kils û hecerê , di bêrîka wê şarê de nasnameyek suretê li ser, bi min re dikene
Axx! Ew ken çiqas dişibe min..






28.12.2021 15:04 | cinorek

1. Salên davî digel koma hivron stranbêjê herî serkeftî ye. (Ji bo kurdî)
mem ararat - vara domam




08.02.2014 16:27 ~2017.12.13 18:25 | cinorek