Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cinorek

profîla "cinorek"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [îstgehên metroyê yên sovyetê] de;

1. îstgehên metroyê yên sovyetê di navbera salên 1930 Û 1980'an de hatine çêkirin. sovyetan metroyên xwe wekî hewildana propagandayê bikar anîye. lowma nav îstgehên metroyên sovyetê ne wekê yên london an new yorkê ne. rêwîtî li yek ji wan metroyan hinekî mîna ketina nav rêzek abîdeyên jêrzemînî yên dîrokî xuya dike. di hundurê stasyonên metroyên sovyetê de çiraxên pûç, stûnên mermer, mozaîk û peykerên mezin hene.

minak metroya moskovê:

Here lînkê

ne tenê li moskovê, dema sovyetan ew metroyan li hemû aliyên dewletê hatine çêkirin. çend salan berê ez çûm ozbekistanê û min metroya taşkentê dit. bi rastî pir xweş e. weke avahiyek dirokî ye.

---
wênegirek bi navê Christopher Herwig wêneyên gellek ji wan îstgehan çêkiriye. li wîr dikarin bibinin: Here lînkê



04.08.2021 17:18 ~17:21 | cinorek