Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cinorek

profîla "cinorek"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [çemê mekong] de;

1. Yek ji çemên herî dirêj ên dinyayê ye.
Çemê Mekong li çînê başlê dike û di nava Çîn, bûrma, tayland, laos, kamboçya û vîetnamê re diherike û dirije nav deryaya başûrê çînê.
Here lînkê

ji aliyê cihêrengiya biyo ve gelekî dewlemend e.
Lê belê hem guhertina avhewayê ya salên dawî hem jî gelek bendavên hîdroelektrîk ên li ser hatine avakirin, gefê li vê cihêrengiya biyo ya Mekongê dixwin.

Ew çend wext in hem dewletên asean hem jî amerîka li ser wê meseleyê çînê rexne dikin. Ez bawerim ew e bibe sebeba problemên mezîn ên siyasî di salên ayende de.

Herwiha min ew çem sala 2014 li kamboçyayê ditibû. Pir mezîn xûya dikir. Li ser xeylek keştî hebûn. Li keleka vê misilmanên kamboçyayê li xwe re xaniyên bi darikan çêkiribûn. Cihek pir balkêş bû. Dixwezim carek dî herim vêr û jiyana misilmanên li derdora mekongê dijin bir berfirehî bigerim.



13.02.2021 20:13 ~20:23 | cinorek