2. ji bo şaşnivîsên herî zêde tên kirin xweş hatiye çêkirin.
***
"ku", ne "ko": ew dibêje ku...
"iy", ne "îy": çiya, jiyan, kiriye...
"ji bo, li gel, li ser, bi hev re...", ne "jibo, ligel, liser, bihevre / bihev re /bi hevre..."
"dest pê dikin", ne "destpêdikin, destpê dikin, dest pêdikin..."
"bi kar tînin", ne "bikartîn / bikar tînin / bi kartînin..."
"kurd im, kurd î, kurd e, kurd in", ne "kurdim, kurdî, kurde, kurdin"
"zimanê kurdî, gelê kurd, adar, newroz", ne "zimanê Kurdî, gelê Kurd, Adar, Newroz"
"ez ê bikim, min ê bikira", ne "ezê bikim, minê bikira"
"hevalê min ê baş", ne "hevalê minê baş"
"zimannasî, serokkomar, xurttir, bilindtir...", ne "zimanasî, serokomar, xurtir, bilintir..."
"bigirim, binivîse, nekişînin...", ne "bigrim, binvîse, bikşîne..."
"lîstin, kuştin, axiftin, hefs, heft...", ne "lîztin, axivtin, kujtin, hevs, hevt..."
"Chomsky, Einstein, Shakespeare...", ne "Çomskî, Aynştayn, Şêkirspîr..."
"di kitêbê de, bi min re, ji wir ve...", ne "di kitêbê da, bi min ra, ji wir va..."
"cînav di kurdî de, gerînek li Kurdistanê, peyamek ji wî...", ne "di kurdî de cînav, li Kurdistanê gerînek, ji wî peyamek..."
|