Tirşik - Profîl
tirşik-profîla cinorek

profîla "cinorek"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [vîrûsa koronayê] de;

133. kompanyaya elmanÎ pfizerê doh ragihand ku dermanê wan çêkirî encama 90% serkeftî tide.
Here lînkê
weke dihat gotin ku paş hilbijartina amrîkayê kompanyayên dermên yek bi yek xebatên serkeftî biweşinin. ew rast derdikeve.
paş wê nûçeyê borseyên gellek welatan bilind bûn. weke tirkiyê
lê li tirkiyê millet zen kir ku ew jiber îstifakirina berat albayrak werg bû.



10.11.2020 06:02 | cinorek

117. Li welatên weke brezîlya, ekvator, hindîstan, meksika, hwd. hijmara mirîyan her ku tere pir dibe.
Zate bill gates jî qala debekê werg kiribû ta ku gotibû gava vîrûs li welatên "developing countries" belav bû rewşê xirabtîr bibe. Zerara wê yê ji ya ewropayê pir pir zêdetir bibe.
Xwedê bike werg nebe.



03.05.2020 21:50 | cinorek

68. malpera worldometers rewşa dawî ya vîrûsa koranayê bo hemÛ welatan parwe dike. Here lînkê
di nav lîsta wan de welatên ne-serbixwe mina saint lucia, cayman islands, palestine jî hene. lê kurdistan tinne ye.
dive navê kurdistanê (başûr) jî êdî di lîstên wisa de her tim hebe. bi wê sayê dinyayê zêdetir hînê navê kurdistanê bibe.



24.03.2020 02:19 | cinorek

32. Bijîşkên rojhilatî bi govenda xwe amede bûne ji bo vîrûsa korona.
Here lînkê



03.03.2020 22:48 | cinorek

25. Çend rojan berê Li wir (li koreya başûr) jineka ku ew nexwaşiya lê hebû beşdarê perestîşên kilîsê bûybû.
Ji rûyê wê de gellek kes nexweş ketin û yekten hijmara nexweşên koronayê mezîn derket.
êdî nikarin pêşiyê jê bigirin. Bi evlahî Şoppîng moll, danişgah û gellek saziyên din hatin tetîl kirîn. Niha Li der zêde kes tûne ye. Îro sibe li metroya seûlê siyar bûm hema hema giştkî wala bû.
Rewş her ku diçe xirab dibe. Êdî ji her aliyên koreya başûr wekayên nû tên tesbît kirin.
Ji bo nexşeya ku rewşa dawî ya koreya başûr: Here lînkê



25.02.2020 13:17 ~13:19 | cinorek

19. Gorê amarên ten aşkire kirin êdî hijmara kesên nexwaşiyê derbas dikin ji yên nû nexweş dikevin zêdetir e.
Here lînkê
Ez dibêjim derdora 10.000 kesên bimirin lê ew e paş çend mehan bi temamî wenda bibe.
Lêbelê ziyanek pir xirab da welatên asyayê; koreya başûr, japonya û of course çîn.



19.02.2020 03:32 | cinorek

17. Bi hisabê îro (2020.02.08) Hejmara kuştiyên vîrusa Corona ku li Çînê li bajarê Wuhan derket û li seranserê cîhanê belav bû, gihişte 724 kesan.
Li wir rewşa dawî roj bi roj te belavkirin: Here lînkê
Hema hema hemû mirî ji bajarê wuhanê ne.
Her roj bi hevalên xwe yên çinî we diaxivim. Rewşeka ecêb diqevîme li vêr. Yek ji hevalên min li bajarê shanghaiê dijî. Dibêje ez 3 hefte bûn tew derneketim derve.
Li bajarê ez niha dijîm, li seûlê jî hijmara kesên ketine wê nexweşiyê gihişte 24 kesan. Hemû hotel, loqente û marketên ku ew kesên nexweş derbas bûye hatin tetîl kirin.



08.02.2020 09:33 | cinorek

14. (bnr: vîrûsa korona)



31.01.2020 19:30 | cinorek

2. Li bajarê ku ez niha dijim, li seûl a koreya başûr jî li 2 kesan peyda bûye.
Tirseka mezîn heye.



25.01.2020 22:48 | cinorek