1. Helbesteka ji helbestwanê yewnanî û osmanî konstantînos kavafîs e.
bi Wergera dûrzan cîrano:
Dîbejî:"Ez'ê biçim welatekî din,biçim bahrek din
wê he be helbet ji vî çêtir bajarek
li hember biryara qederê ya neyênî pûç dimîne her taba min;
dilê min binax e -weke meytekî-
li vî ciyê stewr ma wê heyta kengî bimîne heşê min
xerabeyên reş yê temenê xwe dibînim
ruyê xwe bizivrînim kur,li kur binêrim
belheq ewqas sal li vî welatî dimînim"
Tu welatekî nû nikarî bibînî,bahrek nû nikarî
wê li dûv te were ew bajêr tim.
Tu wê li heman kuçan bigerî dîsa
li heman taxê kevn bikî salan;
wê li heman malan têkevin
porên te tayê spehî
herî ku'r jî tu'ê vegerî vî bajarî paşiya paşî.Hêvî neke tiştekî din.
Keştiya ku lê swarbî tune ye,rêya ku têkevî tun
çewa qedandibe temenê xwe li vê der,li vê quncikê
tu'ê werê biqedînî li quncikên dunyê din
|