Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gabarî

profîla "gabarî"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rêzikên bêhempa yên stranên kurdî] de;

22. BILBILÊ DILŞADÎ



Ey bilbilê dilşadî hela, wer bike fîxan

Derdê me girane ey bira, birîna me kûr e



Gorî te bitin cerg û dil û mêlak ê hem can

Dengê te ye xweştir, ji ney û nay û bilûrê



Sê hawe te deng, yek ji sira bayê siba ye

Hawayê dî ji dengê xuşîna dehl û reza ye



Hawê sisîya ji bihna şemamok û gula ye

Lewra ku li dinyê tu bi nav û tu meşûr e



Karwanê me va bi rê ketî, lê şevreş û tarî

Serma ye terez kulyên di berfê her dibarî



Bahoz e çelapek têne me, ji her çar kenarî

Warê me welat e ey heval, rêça me dûr e



Çar hawîr me diz û keleş in, têk dane dijmin

Me ji hev radiqetînin bir bi bir, heyf û mixa bin



Qet çarew umîda me nema ye bilbilê min

Meydan e ji bo hirç û çeqel, gur zûre zûr e



Meydane ji bo hirç û çeqel , rovî û keftar

Gorî te bim bilbil, ji serê darê tu wer xwar



Da pêk ve mijûl bim, bi xwe çend rojên di dijwar

Îro li me ferman e, li ser gerdenê şûr e



Destê tewqeyê îro ku em herdu bidin hev

Çend sal û zemanên di xerab jîn em di gel hev



Dinya bi xwe dewran e, bizan geh roj e , geh şev

Geh tarî û dûman e û geh rewşen û nûr e



Dîna xwe bide nik bayê barîn ey birader

Sitêra sibê îro ji şerqê li me da der



Rewşen kirî Kurdistan, bi carek wê seraser

Nîşana sibê ye, fereca xêrê ne dûr e



Piştê wê sitêrê bi xwe berbanga sibê ye

Wê roj hilê rohnî têkeve şûna şevê ye



Karwanê me wê bighêje war û meqsedê ye

Çerxa felekê herdem bi fetl û ger û dewr e



Çexa felekê herdem bi fetl û ger û dewran

Hêvî û hawara me di Yezdanê dilovan



Umîd me herdem bi xwe serdarê li Berzan

Wek Tîrêj dibêje: jîn divê kotek û zor e.



(bnr: seydayé tîréj)

(bnr: cegerxwîn)

(bnr: şivan perwer)



12.08.2013 22:19 | gabarî

15. min bedewiya xwe de veşére

di bédawîya xwe de

......

gulîyên xwe bike star,

gulîyên xwe bike xemla hêvîyên min



(bnr: hîvron- dicemidim)



11.08.2013 12:53 | gabarî

12. Te ez kalkirim bi ciwanî

Lê ez xort, bûm tu baş zanî

Pelê dara min te weşand

Buhar çû, te payîz anî



Hêviya min nema di jînê de

Bê kes mame vê dinê de

Gula dilê min çilmisî

Qe şîn nabe ji îro pêde



Ka tu biner li halê min

Te çi aniye li serê min

Birînê zor daye ser min

Mirin gelek nêzîk bû li min



Birîn kûre cebar nabe

Bi dermanan rehet nabe

Heyfa min tê li wê heyfê

Ku li mirinê çare nabe



Gotin: (bnr: ebdulmesîh efrînî)

Muzîk: (bnr: aram tîkran)



10.08.2013 02:14 | gabarî