Tirşik - Profîl
tirşik-profîla ümit

profîla "ümit"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şivan] de;

12. lo şivano lo şivano

te biçûko ez heyrano

pez kişyane serê çiyano

tirsa me ne van gurano



lo şivano bilûrvano

bilûr lêxe bi dil û cano

pez berdaye dor mêrgano

bilûr lêxe qeyda miyano



lo şivano baran barî

pezê xwe ra bibe godarî

bilûr lêxe heya tu karî

her tim bijî dilovano



şivanê min bilûrvan e

bilûr pêçyê wî civane

derdê dilê min ew zane

her tim bijî dilovano

gotin û muzîk: gelêrî

Kilam'a mehmet atlı ye lo şivano



08.08.2013 20:55 | ümit