Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azadixwaz

profîla "azadixwaz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [nerve] de;

3. filmeka 2016an hatî nîşandan li sînemayan. vê filmê ji imdbê 7.0/10 puan standiye ango ne filmeke ewqas hatî ecibandin e. min fraqgman û nasandina wê li ser tvyê dît û mijara wê bala min kişand. film li ser lîstikekê ye, rast-gotin an wêrekî. lê li ser appa wê bijareya rast-gotinê tune, yan tu temaşevan î yan jî tu, tiştên ji te tê xwestin, dikî.

ji ber ku min film ne li sînemayê lê ji daxistina zamunda.netê temaşe kir, ez nikarim aliyê dîtbarî rexne bikim (ya min temaşe kirî, pir nebaş bu). lê ji xeynî xweşbuna fikra lîstikê pê ve bi ya min senaryo ne zêde baş bu, kelecan ne dida mirov. keçik xweşik, kurik çeleng bu lê ji xwe ev êdî standardek e.

mirov dikare lê temaşe bike lê zêde hêviyên xwe bilind nekin, ji ber ku pir xewa min dihat dawiya wê tam nayê bîra min loma ez zêdetir tu tiştî nabêjim. ku kesekî din guhdarî bike bila wan deran ew vebêje.



08.09.2016 20:13 | azadixwaz