Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azadixwaz

profîla "azadixwaz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [pêşnîyarek ji bo parastina aramîya tirşîkê û pêşvebirina ferhengê] de;

2. pêşniyarên di pêşvebirina tirşikêde dê pir kêrhatî bin.

ez bi xwe sedî sed piştgirî didim pêşniyara li jor lê dinya ne ciheke ewqas basît e ku tenê bi pêşniyarekê sererast û bihuştî bibe ji ber ku fêhmkirina her kesî bo heqaret an rexneyê cuda ye. heta hin kes ji lêborîn an sipas kirinê jî tiştên cuda fêhm dikin.

ez mînakeke bidim; di axaftinekêde min ji hevalekê xwest ku gotina 'apoperest' bikar neyne ji ber ku ez jê aciz dibim lê hevalê navê wî ne pêwîst û niha ne li vir, bi israr got ku bikar neanîna vê peyvê azadiya wî bisinor dike û ew naxwaze yeke vî awayî ku nexwaze ew bêje 'apoperest' re runê û danustandinan bike.

li vir bi dîtina min ev gotin heqaret e lê di çavê vî hevalîde mafê wî ye ku ew vê gotinê bikar bîne. loma dinya tim di her warîde berxwedanê dihewîne û wê wisa bidome.



weke lêzêdekirineke li pêşniyara li jor ezê bêjim; em kurd divê zêdetir ji hevudin re tehamulê bikin. di cihên cudahî gelekî zêde ne çareseriya herî kêrhatî tehamul e, heqê tu kes3i ji yê din ne zêdetir e.



22.06.2016 12:16 ~12:25 | azadixwaz