Tirşik - Profîl
tirşik-profîla azadixwaz

profîla "azadixwaz"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [22.03.2015 duyemîn civîna nivîskarên tirşikê a li amedê] de;

66. civîna tirşikê ya ez yêkemîn car beşdar buyîm. hêvîdarim wê nebe cara dawîn ji ber ku kêfa min jê re hat. ji ber karê min ê serê min dixwe û nahêle ez serê xwe jî bixurînim min nekarî heta niha ez tu tiştî li ser civînê binivîsim. ji xwe wê rojê riya min dûr bu ji amedê heta edenê û ser de jî têrê nedikir ji ber dîlokiyên ... riya min dûrtir jî bu. ji ber tabela û quzzilqurtên wan ez li ser riya normal ji dîlokê heta gavurdağê çum û wê nîvê şevêde ez têra xwe aciz bum. lê baş bu dema piştî nîvê şevê ez giham mala xwe, ew kêfxweşiya newroz û civîna tirşikê dîsa ez vegirtim.

civîna her kes bi kêfxweşî hatibu û loma atmosfereke germ û xweş lê peyda bubu. ji xwe gelek tişt li ser hatiye gotin lê ez jî ji aliyê xwe ve bêjim.

ji ber ku min ji xwe simurg56 nas dikir, kesê herî baldar ji bo min endazer bu û ez pir bi lihevnasbuna wî kêfxweş bum. her ku wî û xendekî nekarîn min ji cizîrê sar bikin jî pêşerojê de dibe ku li cizîrê werin mêvandariya min.

nan û av bi derengî be jî bi coşeke bilind hat civînê û hê geştir kir, min dixwest ez bêtir pê re sohbetê bikim lê nebu. ji ber sedemên civakî ez mecbur bum zû rabim lê min jî dixwest weke simurg56 civîn heta nîvê şevê bidome û helbet min jî bikariya li wir bimînim.

hinek mijarên din ên li ser hatîn axaftin; têkiliya bi malbata xwe re, pêşwaziya xwendekarên li derve zanîngehê dixwînin, tama keşanê, barana newrozê, kî-buna* yodayî, soundtracken wî, û her wekî din.

kêmasiyên civînê(beşa kesî behsê nekirî; neaxaftina mijarên weke logoya tirşikê, kêmbuna beşdarvanan, nebuna gengeşiyê, bira-buna piraniya beşdarvanan, kêmbuna demê



24.03.2015 20:56 | azadixwaz

48. Civîna destpê kirî, li benda we ye.



22.03.2015 13:01 | azadixwaz

29. Civîna min hêvî dikir yên ku beşdar bibin xwe aşkere bikin ne yên beşdar nebin*.



18.03.2015 22:46 | azadixwaz

25. A ku wê dîroka tirşikê de ciheke giring bigire. Wê beşdar pir bin, divê êdî hêjmar û beşdar hêdî hêdî aşkere bibin. Vaye ez bi îhtimaleke bilind, ezê li wir bim.



18.03.2015 21:54 | azadixwaz

15. civîna roja yekşemê çêkirin pêkan e. lê pêşniyara min ew e ku ger dê beşdar biçin xwaringehê bila civîn yekcar li xwaringehê pêk were ji ber dibe ku wextê herkesî zêde tune be. kîjan xwaringeh, ez wê nizanim...



14.03.2015 19:26 | azadixwaz

11. Mijara buyî sedem ku endazyar xeyidiyî. Gelo çima?



11.03.2015 22:29 | azadixwaz

7. civîna rewşa dawî nediyar. ka we go çi hevalno?



11.03.2015 21:19 | azadixwaz

4. civîna ku ger cîger bihewîne dibe ku bi alî min ve jî bê beşdar bun.



12.02.2015 19:28 | azadixwaz