Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [amed di hemû telefonên jîr de] de;

1. hevoka ku min li amedê di ser bilboardekê de xwend * ji ber ku ez otobusê de bûm min nekarî fêm bikim çi ye .

paşê min lêkolîn kir û rastî vê nûçeyê hatim .



Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, hemû daneyên deverên dîrokî û turîstîk, otel, xwaringeh û hatûçûyinê yên Amedê xist nav pêkanîna rêbera hemû telefonê

Serokatiya Beşa Çand û Hunerê ya Şaredariya Bajarê Mezin, bi mebesta ku Amedê bike navendeke çand, huner, bazirganî û turîzma Rojhilata Navîn hemû daneyên dîrokî û turîstîk ên derbarê Amedê de li mejiyê telefonên jîr bar kir. Di vê pêkanînê de mafê hilbijartina sê zimanan heye; Tirkî, Kurdî û Îngilîzî. Di telefonên Androit de ji “Google Play” bi bijarteka “Diyarbakir” hûn dikarin xwe bigihînin vê pergalê. Di telefonên Apple de ji “apple Store” hûn dikarin bi peyva “Diyarbakir” hingêvin ser logoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û xwe bigihînin daneyan.



Di vê pêkanînê de hûn dikarin burcên Amedê, mizgeft û medreseyan, dêre, pire, qesr û koçkan, dergehan, xan û hemamam, turbe û kaniyan bibînin û li navçeyên wê jî şikest û perestgehan peyda bikin.



Rûyê nû yê Amedê jî di beşa “Yenî Şehir” de hatiye kategorîzekirin. Li vê derê hûn dikarin, firoşgeh, saziyên çandî, saziyên fermî, qadên fuaran, sînema, nexweşxane, dermanxane û tiştên pêdiviya bajarvaniyê peyda bikin.

çavkanî ; http://kurmanci.ilketv.com.tr/amed-d-di-telefonn-jr-de-barkir-ye-n-296.aspx



05.10.2013 00:15 | brusk56