Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [vîrûsa koronayê] de;

118. vîrûsa ku vaye bi qasê heftiyekê ye, leza belavbûna wê hindik bûye, bi taybetî li ewropa.
li brezîlyayê rewş her ku diçe xerabtir dibe. her roj zêdetirî 500 kesan dimire li wir.

li tirkiyê jî hejmara nexweşên nû rojê 1500 'an de felan sekinî. ev tê wê wateyê ku ger em hinek din sist bibin, wê belavbûna vîrûsê zêdetir bibe.

elbet em heta hetayê nikarin li malê, bi vî awayî bijî. lê ev jî heye, di nav 3 mehan de belkî wê dermanek gelek bitesîr derkeve, belkî piştî 6 mehan wê taman derkeve. yanê, mirov xwe çi qas jê dûr bigire ew qas baş e.

aniha li tirkiyê mortalite %3-4 felan e. yanê ger hejmar rast bin.
nexweş bi piranî ciwan in lewma rêje ev qas kêm xûya dike. yanê ji bo mirovek, temenê wî 60'ê derbas kirî, mirovek bi nexweşiya şekirê an jî qelbê û hwd be, rêjeya mirinê wê derkeve herî kêm %15-20'an. yanê talûkeyek pir mezin heye bo wan.

divê tu kes ji hejmara nexweşan felan, cesaret nestîne. ger dê bavê we hebe, emrê wan ji 60ê derba bûyî an jî xwedî nexweşiyên kronîk, teqez haj wan hebin.
xetere hê jî pir pir mezin e, bi taybetî ji bo nexweşên di kategoriya rîskê de ne. ..



10.05.2020 23:23 | brusk56

116. a ku heta niha bûye sedema 247,033 mirovan.
hê jî wê çawa biqede, wê çi qas mirov bimirin, wê bi çi awayî biqede ne diyar e.

gelek sektoran da kar û bar sekinîne, xebatkar jî bêhna xwe vedikin.

erê him ji bo feqîran gelek zehmet e, him jî bû sedema mirina gelek kesan lê aliyên baş jî hene. xweza bêhna xwe veda, mirov karîn ji jiyana xwe ya qelebalix serê xwe rakin û binêrin bê ka çi dikin û di nav xirecirek çawa de ne.



03.05.2020 21:12 | brusk56

104. şewba hê li tirkiyê giringiya wê nehatî fêm kirin e.
sedema wê jî elbet rêvebirên vî welatî ne.
rêvebirên hemû welatan derketin, bi awayek net û eşkere gotin mesele pir cîdî ye, wê bi sedan hezar kes bimire felan. boris johnson got wê gelek malbat hezkiriyên xwe zû wenda bike. trump got bila xwedê emrîkayê biparêze.
ên vî welatî derdikevin dibêjin, belkî em vê yekê 3 heftiyan de biqedînin, rewşa me pir baş e û nizanim çi.
çima tu rastiyan nabêjî. çima nabêjî li gor texmînên me, wê hinek rojan 300-400 kes bimire. belkî wext were rojê hezar kes bimire.

hê, li vî welatî ên ji corona'yê bawer nakin hene. welhasil çi bê serê me em heq dikin.



12.04.2020 01:21 | brusk56

100. jiyana hemû kesî guherand. ji zarokê 1 salî heta, zilam an jî jina 80 salî, jiyana herkesî giherand.
beriya 2 heftiyan kê bawer dikir wê rewş bê vê astê.

wisa xûya ye ku wê hê gelek bidome û wê bibe mirina gelek kesan.



07.04.2020 19:58 | brusk56

70. bobeletek pir mezin e.
heta xelas bû wê bi xwe re bi sedhezaran mirov bibe. wisa xûya dike.
dawiyek hêwilnak li benda dinyayê ye.



26.03.2020 00:23 | brusk56

21. giha ye wan'ê. ji xwe terciha favorî a bobelatan vê dawiyê wan e.

hindik ma zivistan xelas bibe. ev meseleya corona'yê jî bi îxtîmalek mezin wê di mahekê de felan wenda bibe.



23.02.2020 23:29 | brusk56

20. nexweşiya ku bi min tê fişal kirin. ji xwe mirovên pîr, ên xwedî nexweşiyên giran, bi sermayekî dibin pnomonî û dikarin jê bimirin.



19.02.2020 14:31 | brusk56