Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [barê şevê] de;

5. pirtûkek xweş a fawaz husen e. mijara pirtûkê bala mirov dikişîne û di demek kurt de xwe dide xwendin.

piş pitûkê wisa nivîsandiye fawaz husen ;



"Rustemê Zal, Şêrko û Dara ji mêj ve ji dinyayê bar kiribûn. Dijwariya jiyana li Ewropayê û bedbextiya wan ew yekser şandibûn warê fena û nebûnê. Kurdistan jî, wek berê, welatê karwanên mezin û talanên mezintir bû. Wek herdem, kurdan pişta xwe didan derd û birînan û berên xwe ber bi bajarên windabûnê ve dikirin. Rêberan hîna bi leşkerên dagîrker re kar dikir û gundî û bajarî bi gemî û bi kamyonên tije diavêtin ser çav û wijdana Ewropayê. Ew ji berê bêhtir li ser motorên dunig an di otomobîlan de digeriyan û wan tezbîhên xewnan li ber dilê belengazan dikişandin. Wan bajarên Ewropayê li ber çavbirçiyan dikirin bihuşt û qesra Elî çardeh derî û xêra Xwedê. Li gora gotinên wan, li Rojavayê, xewnên herî dûrî aqilan bi hêsanî dibûn rastiyên ber çavan. Pir kesan ji wan bawer dikir û weha jî ew wek cîqên salên berfa pir bi hezaran diketin daf û xefikan. Wan teşiya çîrokên koçberî û dûrîtiyê hema badidan û dastanên êş û xewnan hema dubare dikirin."



Di romana xwe ya nû Barê Şevê de Fawaz Husên dide dû çar kurdên ku welatê xwe bi paş xwe ve dihêlin û ji bo xewnekê tên li deriyên Ewropayê didin. Di spêda rojeke payîzî de, her çar leheng bi hev re digihîjin Parîsê lê wek ku peyveke rîhspiyan dibêje, hesabê bazarê û yê malê tucarî wek hev dernakevin.



21.04.2014 21:35 | brusk56

1. pirtûkek a fawaz husên e .

mijara pirtûkê, 4 kurdên ku her yek ji parçeyek din ê kurdistanê ye û her çar jî dixwazin xwe bi awayekî bikînin ewropayê û li wir destûra mayînê bistînin, e . zimanê pirtûkê bo min hinek giran bû, ji ber ku tê de têra xwe peyvên ku min wateya wan nedizanî hebû .sedema vê yekê dibe ku ji ber ku nivîskar ne ji bakurê kurdistanê ye, be .

alê serketinê de jî dema binirxînim, dikarim bêjim ku ne bi qasê pirtûka ez ê yekî bikujim a firat cewerî ku min di van rojên dawîn de herduyan jî xwend, serketî ye. dîsa jî dema mirov pirtûkê diqedîne, ji xwendina wê poşman nabe .



16.08.2013 19:04 | brusk56