Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [bila moderator endazer were guhertin] de;

25. (bnr: tirşik forum)

(bnr: formata tirşikê)



21.02.2014 01:12 | brusk56

12. daxwaza ku kenê mi aniye ye *

yanê tu kes nikare dijûnan li nirxên kurdan bike. ez bi xwe vê yekê qet qebûl nakim. rexne serbest e û di nav rexneyekê de mesela di wateya xaîn de tiştin gotin jî serbest e .

ger em ser mînakan biaxivin, mesela yekî derkeve bêje, "birêz murat karayilan ajanê îsraîlê ye û xaînetî li kurdan dike" . ez jê re, weke moderatorek tu tişt nabêjim. lê weke nivîskarek ez ê birîm ser devê wî .

lê ger yekî derkeve û ji bo nirxekî kurdan bêje "hey mint wisa diya nizanim kê kirî" . ez ê cî de wê peyamê jê bibim û xwediyê wê peyamê hişyar bikim.

yanê ez, mehmet metiner weke xaînek dibînim lê aligirên wî jî min weke xaîn dibîne. hewce ye em bikarin rêzê nîşanî fikrên hev bikin û bikarin bê heqeret û dijûn fikrên xwe bînin ziman.

dema em fikrekî xweşa me neçe bibînî, hewce ye em bersiva xwe di çerçoveya formata tirşikê de, bê dijûn bînin ziman.

gotinên min ev qas bû heta bernameyek din bimînin di xêr û xweşiyê de. brusk56/ji mêrsînê ragihand *



16.08.2013 01:04 | brusk56