Tirşik - Profîl
tirşik-profîla brusk56

profîla "brusk56"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [radyoya tirşikê] de;

121. Radyoyek wisa ye ku, ger ez xwedî dikanek bûma, weke cafe'yek felan, min ê vê radyoyê vekiriba û heta êvarê bêked, bênavber û bêreklam, meseleya mûzîkê hel bikira.
Him jî mûzîka bi qalîte.



29.12.2019 18:57 | brusk56

120. radyoya ku stranên pir pir xweş lê dide.
bi sernivîsa stranê ku lê dide entegre bûye. ev pergal di ekşiyê de jî tune ye ku bi trÎlyonan dilîzin û vaye 20 salan derbas bûye di weşanê de ne.



15.12.2019 22:24 | brusk56

85. Weke bavê min herdem dibêje "willeh super e" *



radyoya ku li ser pergalekî gelek baş hatiye afirandin. Yanê ev cûre radyo li tu derî tune ye bi qasê dizanim. Radyo bi pergala tirsikê ve girêdayî ye. Bi vî awayî dema stran gûherî mirov dikare sernivîsa stranbêj û stranê ya li tirsikê jî bibîne.di tirsikê de gotinên wê stramê hatibe nivîsadin mirov dikare wê jî bibîne.



Welleh sûper e * destê we sax be ..



10.08.2015 18:34 | brusk56

48. Radyoya ku min îro ferq.kir ku naxebite.ji kengê ve ye wisa ye nizanim.

bi ihtîmalek mezin, ev jî ji ber xeletiyek wek internal server error an jî 404 not foundê ye.



30.10.2014 16:18 | brusk56

36. radyoya ku ji bo ey reqibê guhdarî bikim ez ê saet 12 an de vekim .



25.07.2014 00:04 | brusk56

30. radyoya ku gelek kêr min hat.



gelek caran dixwazim guhdarî mûzîkê bikim lê dema mirov dide ber aqlê xwe, tu tişt nayê bîra mirov. stranên di kombersa min de jî gelek hindik in, arşîvekî min tune ye. dema mirov stranekî veke ji înternetê jî, divê her 3-4 dkyan carekê, yekî din bibine veke felan ..



bi hatina radyoya tirşikê, êdî radyoyê vedikim û hew. çi derkeve guhdarî wê dikim û ji xwe stranên gelek xweş derdikevin tê de.



mirov dikare bi daxistina dosyayek gelek biçûk, ji windows media player, winamp û aimp û bernameyên din jî radyoyê veke. him bi vî awayî ji bo kesên wek min ku kombersa wan dema 2 pel bi hev re bê vekirin, ji germa lingê mirov dişewitîne, gelek baş e.





pêşniyariyekê min ji bo radyoyê heye. bi min piştî me database'a stranan a radyoyê firehtir kir(an jî niha), em dikarin, kategoriyan çêkin û kî bixwaze bikare li gor wan kategoriyan, cûreya mûzikê ku jê hez dike guhdar bike. mesela wisa ;

-rock

-gelerî

-klasîk

-arabesk

-tevlîhev hwd ..



04.06.2014 00:18 | brusk56