Tirşik - Profîl
tirşik-profîla gurê manco

profîla "gurê manco"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [li şûna olarak'a tirkî bikaranîna daçeka wek'ê] de;


1. nexweşiyeke bêderman e ku di nav entelijansiya me de belav bûye:

- ez wek siyasetmedarekî dibêjim ku...

(yanê ez ne siyasetmedar im, xwe dişibînim siyasetmedaran?)

- em wek komeleya mafên mirovan di heqê vê mijarê de...

(komeleya mafên mirovan tiştek gotiye û em jî wek wê di heqê vê mijarê de wisa dibêjin? yanê çi?)

ji ber ku me bi tirkî xwendiye ev ji me re xerîb nayê, lê bawer im ku hûn herin ji gundiyekî yextiyar re bibêjin "tu wek gundiyekî di heqê vê mijarê de çi difikirî?" wê bi kopalan bide ser we.

dermanê vê nexweşiyê çi ye, em ê li şûna wê çi bi kar bînin, ez jî nizanim.



15.01.2014 21:28 | gurê manco