Tirşik - Profîl
tirşik-profîla newenda

profîla "newenda"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [şakiro] de;

5. Şakiro, kurê Bedîhê Dîlê.şahê dengbêja. Kewê Ribat an Kewê Nêr belê kurdê rojhilatê wisa binav dikirin. Hema bigire di mala her Kurdekî de kasetên wî hene. Herçendî ji Erzirom-Qereyazî´yê tê zanîn jî ew bixwe ji Agirî-Patnosê ye.di sala 1968 de li qeryazî ye bi çîh dibin. Tirkan navê Şakir Deniz pêve kirine. Dengê wî xwedî oktaveke bilind bû û bi du hawînan (ha hîîî ha haîî) stran digot.

Ew jî yek ji şagirtên Dengbêj Reso ye û bi pirranî stranên Reso gotiye. Herwekî stranên wî bixwe jî gelek in. Dengbêj Reso jî bixwe şagirtê Evdalê Zeynikê ye. Hejmara kasetên wî 65 in. Di sala 1996 an de li Tirkiyê, bajarê Îzmîrê di nav jiyaneke xizan û awarte de jiyana xwe ji dest da.



11.09.2013 21:00 | newenda