Tirşik - Profîl
tirşik-profîla waweylê

profîla "waweylê"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rênas jiyan] de;

12. Di wêjeya kurdan ya nûjen de navekî gelekî girîng e.Helbestên wî gelek jê bûne stran jî.Ya meriv jê têr nabe yek jî ya koma hîvron dibêje strana ''hebhinarkê'' ye.



hebhinarkê



ji wê şeva bi şewbê

bêhna firikên şewitî dihat ji çolê

çend xarên min winda bûbûn li newala waweylê

destmêja te û janê ji hevdu naşikê

hebhinarkê !...

min ji te re got nexeyide ji wê çîrokê

wê gewriya te dil bide kêrê

li kerbelayê

belê delalê



li çaraliyê çefiya min

diçirûse şûna şûrê şilfîtazî yê îskenderê mezin

kulora şahmeran e egala li serê min

ev kitana çendan e te li xwe şikenandiye hebhinarka min

ne sûcê te ye

ew mîratê kewan li me nehatin



li çiyayê şengalê,

komek xenzîr teyrê tawiz ji xwe re biraştiye

perîkên wî digirîn li dewsê

tu hogirî van perîkan bûyî hebhinarka delalî

bi cizbê ketin hêsirên te yên firyali

li ser goleke mêşinî



ji bo ku ez bi serê xwe dakim,

ez ê dojeh bi dojeh li xweliya hestiyên te bigerim,

hebhinarkê; teşiya bê,

destara berfê,

berîvana baranê,,,



rênas jiyan



05.08.2013 10:42 | waweylê