Tirşik - Profîl
tirşik-profîla devliken kelogiri

profîla "devliken kelogiri"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [qidam] de;

1. nokên şêrîn...

dema em zarok bûn, em sergo bi sergo digerîyan û me ji xwe re elemîyon didan ser hev û me dianî difrot dikana xidiro.

xidiro bajarî bû û bi nîv kurmancî û bi nîv erebî bi re dipeyivî.

nermik bû lê têra xwe kone bû.

em zarokên taxê ji sibê heta êvarî li bin wê tava tûj sergo bi sergo digerîyan, xidiro ew elemyonên ku bi zor û zahmet me didan hev, bi nîvê heq ji me dikirî.

em jî têra xwe hebûn, ne zarok, em şeytan bûn. em panzdeh-bîst zarok bi hev re diketin dikanê, heta elemyonê me yekî diwezinand, me nîv kîlo qidam dixist bêrîkên xwe.

yanî wî bi nîvê heq elemyonên me ji me dikirî, me jî dinîyha dîya wî nîvê heqê xwe ji çilfisandina qidam, dendik û çiqolatan derdixist... *))



25.07.2013 18:31 | devliken kelogiri