Tirşik - Profîl
tirşik-profîla oxir

profîla "oxir"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [jixwe hesp hespa te bû lê ev gû xwarina me çi bû] de;

1. çîrokeke ku divê ji siyasetmedarên me yên ku li dij netewedewletê derdikevin re were vegotin.

kur û keçên camêran ji bo kurdistana serbixwe şehîd ketin jiyana xwe ji dest dan, mala xwe xirakirin lê hin kes derdikevin dibêjin "na em netewedewletê navên, nizanim xweseriya konfederalîsta çi quzzilqurtîzmê dixwazin". kerem bikin, bifermin ev çîrok ji bo we ye...



rojek ji rojan axayek û xulamê xwe dikevin riyeke dûr û dirêj. axa siwarî hesp e xulamê reben piya ye. li nav çolekê axa dibîne ku hal û hewalê xulam qet nebaş e rebeno nema dikare bimeşe. vêca dibêjê "xulamo heke tu gûyê hespê bixwî ezê hespa xwe bidime te". xulamê reben neçar e gûyê hespê dixwe. axayo ji hespê peya dibe, xulamo lê siwar dibe. wexta ku nêzî gund dibin xulam bi bişîrînekê ji axa re dibêje: " ez evdaleke xwedê me tu axa yî. heke ku ez li ser hesp tu jî peya bikevî nêv gund dê hetika te rabe, dê nema kes qedr û qîmeta te bigire." axayo fêm dike mebesta xulêm lê çi bike jî xebera xulam rast e. ew jî bi neçarî gûyê hespê dixwe û siwarî hespa xwe dibe.. wexta ku digihêjin gundê xulam jê re dibêje "axayo jixwe hesp hespa te bû lê belê ev gûxwarina me çi bû?"





aha mesela me ya îro jî ev e. ev qas ciwanên me ketin binê erdê. ew qas kes li hepisxane û zîndanên tirkiyê riziyan. ew qas kes ji neçarî mal û malbata xwe ber bi metropolên tirkiyê ve bar kirin. lê taliya talî çi bû? me xweziya xwe bi trt şeşê û hemwelatiyê tirkiyê anî. em tirk bûn vêca emê bibin tirkiyeyî û xilass.



25.04.2014 21:00 | oxir