Tirşik - Profîl
tirşik-profîla oxir

profîla "oxir"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [rûdaw] de;

13. malpera ku gellek caran şîroveyên min naweşîne.

http://rudaw.net/kurmanci/kurdistan/2009201415

minak li vê nûçeyê binêrin. sernivîsa wê “Şervanên YPGê ji me re gotin zû birevin çekdarên DAIŞê nêzîk bûne” wisa ye. gotina keseke kobanî ku penaberÎ bakur bûyî kirine sernivîs. gelo kî dikare ji bo vê sernivîsê dikare bêje "bi niyeteke qencî hatiye nivîsîn". min li şîroveya xwe behsa hetikîna şengal û maxmûrê nekiribû. min ne çêr û sixêfan ne jî rexneyên tund kiribû, min tenê mebest û wateya vê sernivîsê pirsî bû lê belê camêran şîroveya min neweşand.



21.09.2014 21:19 | oxir

10. yê ku êdî ji miriyên pkkê û ypgê re dibêje "şehîd"...

her wiha avestakurd jî van rojan heman zimên bikartîne.

bawer dikim ku ev guherînên çapemeniya kurdî dê tesîrê li siyaseta kurdî jî bike...



25.06.2014 18:41 | oxir

6. rojnameya ku çûye bi keça (bnr: ernesto che guevera) re hevpeyvînekê kiriye. keça ernesto ya bi navê Aleida Guevara eşkere kiriye ku bavê wî demekê hatiye rojhilata navîn. li ser doza filîstînê xebatan kiriye. li heleb û şamê bûye mêvanên kurdan û di pirtûkeke xwe pesnê mêvandariya kurdan jî daye.

http://rudaw.net/kurmanci/interview/09052014



09.05.2014 22:26 | oxir