Tirşik - Profîl
tirşik-profîla oxir

profîla "oxir"


Peyamên nivîskar yên di vê mijara [mirovê ku di hemû malperan de heman şîfreyê bi kar tîne] de;

3. mirovê ku hesabeke wî were bidestxistin hemû hesabên wî têne bidestxistin.

ji bo ku ji bîr nekin li her derî heman şîfreyê bikar tînin lê ev ji aliyê ewlekariyê ve ne tişteke baş e.

Ji bo van kesan min pêşniyarek heye.

bila şîfreyên xwe wisa çêkin.

tîpa yekem a malperê + hejmara tîpên domainê + peyvek + semboleke taybetî + 2 reqem

bi vî awayî mirov ti şîfreyan ji bîr nake û bi ewle jî dibe.

heke ku em peyvê wek oxir bihesibînin, wek mînaka ku min dayî li malperan şÎfre çawa dibe em lê binêrin.

tirşik = t (tîpa yekem) + 6 (hejmara tîpan) + oxir (peyv) + / (sembol) + 56 = t6oxir/56

facebook = f8oxir/56

twitter = t7oxir/56



ji bo mînakê min ev kombînasyon nîşan da hûn dikarin li gorî dilê xwe biguherînin. bizanibin ku bikaranîna sembolan ji ber ku şikandina md5a wan zor e ewlehiyê zêdetir dike



28.12.2013 00:18 | oxir